Şervanê YPG'ê yê Amerîkayî Broomfield jiyana xwe ji dest da

Şervanên YPG’ê yê Amerîkayî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) di operasyonên rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da.

Şervanên YPG’ê yê Amerîkayî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) di operasyonên rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya têkoşerê azadiyê aşkera kir. Daxuyaniya navendê wiha ye:

"Berxwedana rûmetê ya şervanên YPG û YPJ'ê li dijî terorîstên DAIŞ û hêzên li pişt wê, ne tenê bala ciwanên Kurd, lê belê bala hemû mirovatiyê dikişîne. Ji ber ku ev berxwedan nirxên mirovahiyê diparêze û ruhê biratiyê di nava civakan de belav dike, ji hemû deverên cîhanê bêyî ku ol, netewe û ziman bibe asteng, ciwanên berxwedêr dikişîne nava refên xwe.

Berxwedana dîrokî ya Kobanê, asta tevlîbûna ciwanên Rojavayî jî bilind kir. Ev tevlîbûn, ji bo hêzên me bûye cihê serfiraziyê. Wan hevalan di asta herî jor de hevaltî kirin, tevlîbûna xwe çêkirin û li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Di vî şerî de hejmarek ji wan heta şehadetê çûn û bi xwîna xwe navê 'şehîdên biratiya gelan' heq kirin.

Beriya niha Şehîd Bagok (Ashley Kent Johnston) ku Awûstralyayî bû, Şehîd Kemal (Konstandinos Erik Scurfield) ku Îngilîz bû li Kantona Cizîrê şehîd bibûn. Îro jî em li Kobanê, şehadeta hevalê xwe Keith Thomas Broomfield bi nasnav Gelhat radigihînin. Şehîd Keith ku ji Amerîkayê tevlî nava refên hêzên me bû, Kobanê hilbijart û li Kobanê jî perwerdeya xwe dît. Bi qehremantiyekî pir mezin cihê xwe di nava piraniya operasyonên rizgarkirina gund û bejahiya Kobanê de girt û heta deqeya dawî jî şer kir. Heval Gelhat, di 3'ê Hezîrana 2015'an de di operasyona rizgarkirina gundê Qenterê yê Kobanê de gihîşt şehadetê.

Şehîd Keith, dema gihîşt Kobanê mîna ku gihîştibe cihekî ku ji mêj de lê digere nêzîk bû. Xwesteka wî ya mezin ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û xwe kûrkirina di fikir û bîrdoziya ku YPG li ser wê hatiye avakirin hebû. Ev heval bi bîr û baweriyekî pir mezin tevlî nava refên hêzên me bû.

Îro eger em şehadeta heval Keith radigihînin, beriya her tiştî armanca ku li ser esasê wê tevlî nava refên hêzê me bû li ber çava digirin û bi dilşewatî, moral û hevaltiya wî bibîr tînin.

Li ser vî esasî em bi navê hemû şervanên xwe ji bo malbata rêheval Keith û hemû gelê Amerîka û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin û soza bicîhanîna xwesteka hemû hevalên şehîd dubare dikin. Careke din soza şopandina armancên tekoşîna YPG'ê ya bicîhanîna rêgezên jiyana hevbeş û azad a gelan didin. Li ser esasê van armancan ku em bi xwîna şehîdên xwe pêk tînin, girêdayî bin û heta dawî li dijî terora DAIŞ'ê tekoşîna xwe berdewam bikin."

Navê tevgerî : Gelhat Rûmet
Nav û paşnav: Keith Broomfield
Navê dayikê : Dana
Navê bav : Thomas
Cihê ji dayikbûnê : 8 -3 -1978 USA- Massechusatts
Dîroka tevlîbûnê : 24-2-2015 Kobanê
Cih û dîroka ji destdayîna jiyanê: 3-6-2015 Kobanê -gundê Qenterê

...