Şervanê YPG’ê Taniş, li Edeneyê hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Firat Taniş (Egîd Dogan) ê 4’ê Adarê li Kobanê eniya rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da li Edeneyê ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YG’ê Taniş li Taxa Încîrlîk a Edeneyê bi karwanekî sedan wesaayîtan hat pêşwazîkirin, anîn mala wî ya li Taxa Guzelevler û li vir helalî hat xwestin. Paşê li Mizgefta Hîcret nimêja cenaze hat kirin. Li dû nimêjê cenaze bi karwanekî ber bi Goristana Kuçukoba hat birêkirin. Dema cenazeyê Taniş a dianîn goristanê gel bi rêzgirtinê û coş cenaze pêşwazî kir. Li terqarê ya Karasû bi hezaran kesan dirûşmên, “Bijî berxwedana YPG” û “Şehîd namirin” gotin. Di meşê de wêneyên Taniş, alên PKK û YPG’ê hatin hilgirtin. Di refên pêş ên meşê de dayika şervanê YPG’ê Taniş Muspet Taniş ku meşiya bi dirûşma, “Şehîd namirin” zarokê xwe spartin axê.
CenazeyêTaniş li rex gora şervanê YPG’ê Ahmet Keskîn (Rênas Dogan) hat defnkirin. Beriya defnkirina cenaze ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin pêk hat.
Bavê şervanê YPG’ê Taniş Şîrîn Dogan Taniş, diyar kir ku kurê wî di oxira têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û got, “Ew şehîdê tevayî gelê Kurd e.” Bav Taniş anî ziman ku wê li pey têkoşîna kurê xwe bin û wiha dewam kir, “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo mezinkirina vê têkoşînê bijîn.”
Piştî axaftinan welatî derbasî cihê taziyeyê yê li ber mala şervanê YPG’ê Taniş bûn.