Şervanê YPG’ê Kurtay hat defnkirin

Mehmet Kurtay (Zerdeşt Arîn) ê YPG'î ku li Kobanê di encama şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li gundê Werzîvan a Navçeya Tazan a Îdirê hat definkirin.

Mehmet Kurtay (Zerdeşt Arîn) ê YPG'î ku li Kobanê di encama şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li gundê Werzîvan a Navçeya Tazan a Îdirê hat definkirin.

Cenazeyê Mehmet Kurtay (Zerdeşt Arîn) ê YPG'î ku li Kobanê di encama şer de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê anîn Îdirê. Di duzergahên ku cenaze derbas bû de welatî bi konvoyan û tîlîliyan cenaze pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirina cenaze de parlementerê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî, rêveberên DBP, HDP'ê hevşaredar û bi hezaran kes amede bûn. Di konvoyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurtayê YPG'ê hatin daliqandin, cenaze ji vê derê birin gundê Kurtay yê Werzîvanê. Piştî ku girse cenaze bir mizgeftê û wecîbeyên olî pêk hat bi meşek mezin birin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Ew şehîd rêya te rêya me ye" û "Wê qatil DAIŞ hesab bide" berz kirin. Piştî ku girse gihişt ser goristanê cenaze bi dûayan hat definkirin.

'ŞEHÎDÊN BI QEHREMANÊ TÊKOŞIYAN E Û DESTAN NIVÎSANDINE'

Piştî rêzgirtinê Rêveberê MEYADER'ê Zekî Savaş axaftinek kir û diyar kir ku gelê kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî qehremanê têkoşîne û destanê nivisandine û wiha got: "Di encama vê têkoşînê de lehengê me bi awayekî qehremanî şer kirine û şehîd ketine. Ji van şehîdan me jî yek Zerdeşt e. Em dixwazin li vê derê vê yekê diyar bikin. Rêya Zerdeş rêya me ye."

'LI PIŞT ÇETEYAN AKP HEYE'

Piştra jî parlementerê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman axivî û anî ziman ku li pişt çeteyên DAIŞ'ê tewleta tirk û AKP heye û wiha got: "Ev dewlet alîkarî dide çeteyên DAIŞ'ê. B her awayî piştgiriyê dide wan. Îro şehîdê me jî ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd têkoşiyaye û jiyana xwe ji dest daye. Her çiqas bi awayekî fîzîkî li gel me nebe jî ew di dilê me û ruhê me deye."

'EV RÛMETA MIN E'

Herî dawî jî bavê Kurtay Yusuf Kurtay di merasîmê de axivî û wiha got: "Di destpêkê de bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Kurê min neçû di AKP'ê de diziyê nekir. Mafê tu kesî nexwar. Çû ji bo gelê xwe têkoşînê da û şehîd ket. Ew rûmeta min e. Ez bavê şehîd im. Ez 100 kurê xwe jî şehîd bidim ji bo azadiya gelê Kurdistanê kêm e."

Piştî merasîmê girse li ser goristanê veqetiya.