Şervanê YPG’ê Denîz ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cîhan Denîz (Şîvan Parastin) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên komkujî pêk anî de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cîhan Denîz (Şîvan Parastin) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên komkujî pêk anî de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat definkirin. Cenazeyê Denîz ji aliyê hevalên wî ve hat definkirin. Birayê Denîz Alî Denîz di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Serokkomar Erdogan difikire ku çeteyên DAIŞ'ê wê ciwanên Kurdan xelas bike. Lê xwe dixapîne. Çi bi serê Saddam hat wê ya xerabtir bi serê Erdogan bê."

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cîhan Denîz (Şivan Parastin) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di 25'ê hezîranê de bi dizî ketin Kobanê û komkujî pêk anîn de jiyana xwe ji dest dan ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin û anîn Colemêrgê. Konvoya cenazeyê Denîz ji aliyê girseya di nav de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, hevşaredarên Colemêrgê, rêveberên, HDP, DBP û MEYADER'ê ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Denîz birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî karên li nexweşxaneyê darbesta Denîz ji aliyê girseyê ve hat wergirtin û ber bi Goristana Serê Solan ve derxistin rê. Di dema meşê de esnafên bajar jî dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Di meşê de alên PKK û KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.

DARBESTA DENÎZ HEVALÊN WÎ HILGIRT

Di rêya goristanê de darbesta Denîz ji aliyê hevalên wî ve hat hilgirtin û bi dirûşman ber bi goristanê ve birin. Piştî nimêja cenaze karên definkirinê pêk hatin. Piştre rêzgirtin pêk hat û sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Hevserokê MEYA-DER'ê yê Colemêrgê Bedîrhan Koç diyar kir ku berpirsiyarê komkujiyên Kobanê Erdogan e û li hemberî Erdogan ê dijminahiya Kurdan dike bêdeng namînin.

‘DAWIYA ERDOGAN WÊ JI YA SADDAM XERABTIR BE'

Birayê Denîz Alî Denîz jî wiha got: "Cîhan tenê birayê min nîn e. Birayê Serok Apo û hemû Kurdistanê ye. Serê hemû Kurdistanê sax be. Serokkomar Erdogan difikire ku çeteyên DAIŞ'ê wê ciwanên Kurd xelas bike. Lê xwe dixapîne. Çi bi serê Saddam hat wê ya beter bi serê Erdogan bê."

Sersaxiyên Denîz wê 3 rojan li konê piştî avahiya DBP'ê bê vedan bidome.