Şervanê YPG’ê Daghan li Wanê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Îlhan Daghan (Kurtay Kendal) ê li Kantona Cizîrê ya Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Îlhan Daghan (Kurtay Kendal) ê li Kantona Cizîrê ya Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Daghan di ketina navçeya Westan a Wanê bi konvoyeke sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Daghan ji vir jî anîn Meclîsa Gel a Yenî Mahalle. Bi hezaran kesên ji vir cenaze wergirtin bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” ber bi Şehîdgeha Yenî Mahalle ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Daghan hatin hilgirtin. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî û Derya Hayva, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Remzî Ozgokçe, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û bi sedan kes di merasîma cenaze de amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan got: “Şehîd rûmeta gelê Kurd in. Wan ji bo azadiya 4 parçeyên Kurdistanê canê xwe dan.”

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî jî wiha axivî: “Ew rûmeta me ne. Heta ev gel azad bibe wê têkoşîna me bidome.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî diyar kir li ser gelê Kurd hesabên qirêj tên kirin û wiha dewam kir: “Kesên vî hesabî dikin divê baş zanibin. Gelê Kurd çawa li Kobanê û 7’ê Hezîranê ev hesabên wan ên qirêj xera kir wê vî hesabê wan ê dawî jî xera bike. Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Wê gelê me ti carî firsendê nede kesên li Amedê rûyê xwe yê qirêj nîşan dane.”

Piştî axaftinan girse derbasî konê taziyeyê bû yê li Taxa Hatûniye ji bo Kendal hatiye vedan. 

...