Şervanê YPG’ê Çinar ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Reşît Çinar (Dîzgor Egîd) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Reşît Cinar (Dîzgor Egîd) ê 10'ê Hezîranê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Zevkî ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate definkirin. Cenazeyê Çinar piştî ji Deriyê Sînor ê Murştîpinarê hat wergirtin birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî karên otopsiyê anîn Pirsûsê. Cenazeyê Çinar bi konvoyeke qelebalix anîn Taxa Zevkî ya Pirsûsê. Di ketina tax de cenazeyê Çinarê ji aliyê girseya di nav de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, rêveberên HDP û DBP'ê, MEYA-DER û bi hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Çinar bi dirûşman birin goristana taxê.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Çinar bi sirûda "Çerxa Şoreşê" hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê Memê Erkan axivî û diyar kir ku ew ê bîranînên kesên canê xwe feda kirin her tim bidin jiyîn. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi tevahî ji Rojava tên avêtin û wiha got: "Em ê heya dawiyê xwedî li bîranên lehengên xwe derkevin."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê Îsmaîl Kaplan jî axaftinek kin kir.