Şervanê YPG'ê Çakir li Amsterdamê hat bîranîn

Şervanê YPG'ê Salman Çakir bi nasnav Mazlûm Dorûk ê di berxwedana li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Hollanda Amsterdamê hat bîranîn.

Şervanê YPG'ê Salman Çakir bi nasnav Mazlûm Dorûk ê di berxwedana li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Hollanda Amsterdamê hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê ya li Navenda Gel a Demokratîk a Amsterdamê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî amade bû.

Kartal di axaftina xwe ya li vir de got, "Destana Kobanê bi xwîna bi hezaran ciwanên mîna hevalên Mazlûm Dorûk hat nivîsandin. Berxwedana Kobanê ne tenê têkoşîna rizgarkirina Kurd e. Berxwedana Kobanê têkoşîna ji bo mirovahiyê ye. Eger Kobanê têk biçûya, gelên li Rojhilata Navîn wê winda bikira."

Kartal diyar kir ku Kobanê di encama vîneke xurt de azad bû. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal Piştre bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî yên di 7'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê were lidarxistin.

Piştî Kartal xizmê şervanê YPG'ê Mazlûm Dorûk Mervan Batman axivî û got, "Şehadeta rêhevalê Mazlûm behsa lehengiya wî dike. Mirovên leheng bi şerkirinê digihêjin şehadetê. Rêhevalê Mazlûm li Êlihê li dijî leşker û polîsên TC a dagirker, di çalakiyên li kolanan de li refên herî pêş têkoşiya."

Piştî axaftinan Meleyê Mizgefta Şêx Seîd Mele Ehmed mewlûd xwend. Paşê xwarin li beşdaran hat belavkirin.