Şervanê YPG'ê Atîk bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) ê ku di 6'ê Adarê de di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) ê ku di 6'ê Adarê de di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi girseyî hate definkirin.

Li gel Hevşaredarên herêma Şirnex, hevserokên û rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên herêmê, endamên MEYA-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê bi hezaran welatiyên li ber Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî kom bûn kerwanê wesayîtan ê cenazeyê Atîk bi dirûşma, "Şehîd namirin" pêşwazî kir. Piştî wecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Şervanê YPG'ê Atîk hildan ser milên xwe û ligel hezaran welatiyan ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK'ê û PKK'ê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û Şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihîşt goristanê cenazeyê Atik bi tilîlî û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî ji malbat û tevahiya gelê Kurd re xwest. Yîgît diyar kir ku hêzên YPG'ê û YPJ'ê li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin û wiha got: "Hêzên YPG'ê û YPJ'ê axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji çeteyên hov paqij dike, yên ku li hember Kurdan dek û dolabên qirêj didin meşandin wê Kurdsitan ji wan re bibe goristan. Yîgît anî ziman ku hemû mirovahî deyndarê keç û xortên Kurd e û wiha axivî: "Hêzên Kurd bi berxwedana xwe ya li Kobanê dijminên mirovahiyê têk birin û bi vê berxwedana xwe hemû cîhan kir deyndarê xwe."

Hevserokê DBP'ê Yunus Tuncay jî sersaxî ji gelê Kurd û malbata Atik re xwest. Tuncay got ku heya dilopek xwîn di laşê wan de be, ew ê li pey doza şehîdên xwe bimeşin. Bavê Atîk, Mehmet Atîk jî spasiya xwe ji welatiyan kir û got ku kurê wî ne şehîdê malbatê ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Piştî axaftinan bi hezaran welatiyên li goristanê bi girseyê çûn serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Kobanê hatiye vedan.