Şervanê YPG’ê Alper bi dirûşman spartin axê

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Selman Alper (Zagros Mardîn) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Selman Alper (Zagros Mardîn) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Selman Alper (Zagros Mardîn) ê li herêma Çiyayê Kezwan ê Hesekê di 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate definkirin. Cenazeyê Alper piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê anîn Qada Newrozê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û piştre bi meşê birin Mizgefta Qişlayê.

Piştî wecîbeyên olî careke din bi meşê birin goristanê. Di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Alper hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Li navçeyê esnafan jî dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn.

Piştî meşê li goristanê bi deh hezaran kesan rêzgirtin pêk anîn û sirûda "Çerxa Şoreş" xwendin. Piştre Hevserokê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Latîf Tabar axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan bidomînin.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Mêrdînê Musa Alkan jî diyar kir ku Alper ne yê dawî û ne jî yê yekemîn e û banga têkoşînê bilind bikin kir.

Bavê Alper Abdulrahman Alper jî diyar kir ku kurê wî şehîdê hemû gelê Kurd e û wiha got: "Serê gelê Kurd û Rêberê Apo sax be."

Pişt axaftinan cenazeyê Alper bi dirûşman hate definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn girse derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Kertwênê hatiye vedan bûn.