Şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal ê bi eslê xwe Ereb û Elewî yê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê lê ji dayik bû li Antakya, Harbiyeyê bi merasîmeke bi tevlîbûna hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawiyê ve hat oxirkirin.

Şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal ê bi eslê xwe Ereb û Elewî yê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê lê ji dayik bû li Antakya, Harbiyeyê bi merasîmeke bi tevlîbûna hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawiyê ve hat oxirkirin.

Şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê di çarçoveya “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” di dema rizgarkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da li bajarokê Harbiye yê bajarê Antakyayê bi merasîmeke bi tevlîbûna hezaran kesî re ber bi rêwîtiya xwe ya dawiyê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Aksakal duh li gel cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmeke leşkerî li Deriyê Sînor ê Sêmalka hat lidarxistin derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû kirin, cenaze îro gihişt bajarê Aksakal Antakyayê. Cenazeyê Aksakal bi konvoyeke ji dehan wesayîtan anîn navenda bajarok, bi çepik, nîşaneyên serketinê û dirûşmên, “Halîl Aksakal bêmirine” hat pêşwazîkirin. Di dema derbasbûna konvoya cenaze de gel korîdor çêkir.

Cenazeyê Aksakal ji aliyê girseya gel ve li Cadeya Alî Îsmaîl Korkmaz li ser milan hat hilgirtin.

Di dema meşê de  dirûşmên, “Şehîd ma biymût (Şehîd Namirin)”, “Bijî Biratiya Gelan”, “Halîl Aksakal bêmirine” û “Şoreşa Rojava şoreşa me ye” hatin  gotin.

Cenaze destpêkê ji bo helalî xwestinê birin mala malbata wî. Dayika Aksakal Nahîdê, bavê wî Mehmet Aksakal û xwişk û birayên wî cenaze hembêz kirin û li ser cenaze lorandin. Di dema ku kêliyên hestyar dihatin rûdan kesên tevlî cenaze bûn êşa malbatê parve kirin.

Aksakal ji bo defnkirinê bi dirûşman ber bi goristana Karyer ve hat birêkirin. Di goristanê de girse ji bo şehîdan deqeyek rêz girt.  Dema milîsên MLKP’ê li derdora tabûtê nobet digirtin, bi nave MLKP’ê axaftin hat kirin.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî destpêkê birayê Halîl Aksakal, Semîh Aksakal axivî. Aksakal ji kesên tevlî cenaze re bûne re got “hûn bi xêr hatin” û wiha dewam kir, “Em hêvîdar in ku ev şerê li gel me biqede  û em rehet bibin. Ji bo tevlîbûna we spas dikim.”

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ûlûsoy şervanên YPG, YPJ û MLKP yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Hevserokê Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got, “Em Halîl bi baran û rojê oxir dikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Halîl Aksakal ê tabûta wî bi ala MLKP’ê pêçayî li goreke nêzî derbasgeha goristanê hat amadekirin de hat definkirin. Di dema definkirinê de gelek kesan qerenfîl avêtin ser gore, li ser tabûta Aksakal jî pirtûka bi nave “Kuluba Pevçûnê- Dovuş Kulubu” hat danîn.

Piştî merasîma oxirkirinê girse ji bo serdana taziyê çûn mala malbata Aksakal.