Şervana YPJ’ê Engîn û şervanê YPG’ê Karay hatin oxirkirin
Şervana YPJ’ê Aysel Engîn û şervanê YPG’ê Tayfûr Karay ên li bajaroka Silûk a Rojava di şerekî li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.
Şervana YPJ’ê Aysel Engîn û şervanê YPG’ê Tayfûr Karay ên li bajaroka Silûk a Rojava di şerekî li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.
Şervana YPJ’ê Aysel Engîn û şervanê YPG’ê Tayfûr Karay ên li bajaroka Silûk a Rojava di şerekî li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.
KARAY BI GIRSEYÎ HAT DEFNKIRIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Tayfur Karay (Hogir Civyan) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Geverê bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Tayfur Karay (Hogir Civyan) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûn û di 6'ê nîsanê de li Nexweşxaneya Şamê jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Sîlopiyê ber bi Geverê ve derxistin rê. Cenazeyê Karay li ser Pira Şakîtan bi girseyî hate pêşwazîkirin û pişt re berin navçeyê. Konvoya cenaze li ser Pira Abdullah Ocalan ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî ve hat girtin. Li ser vê yêkê konvoya cenaze li ser Qada Azadiyê ket navçeyê. Di dema konvoya cenaze hat navçeyê esnafan dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyêê Karay li ber mizgefta Qişlayê ji aliyê girseya di nav de Parlemeterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan û hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştî vecîbeyên olî darbesta Karay bi alên YPG'ê hate pêçandin û ji aliyê girseyê ve bi meşê ber bi Şehîdgeha Ormanê ve birin. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Karay, alên YPG û KCK hatin hilgirtin.
'EV SEKN BI SAYA ŞEHÎDÊN ME YE'
Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sruda "Ey Reqîp" hat xwendin. Pişt re Nûnerê MEYA-DER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç axivî û diyar kir ku berpirsiyarê komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya duh li Kobanê pêk anîn kesên piştgiriyê didin çeteyan e. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku gelê kurd ligel hemû komkujiyan li ser piyan e û wiha got: "Ev sekn bi saya şehîdên me ye. Ev vîna bi hêz a şehîdên me ye. Em soza dayî em dubare dikin."
Apê Karay Şukur Karay jî sersaxî li tevahî Kurdistanê da.
Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya û rêveberên HDP û DBP'ê bang li esnafan kir ku dikanên xwe vebikin.
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Aysel Engîn (Gulan Hekarî) a ku li bajaroka Silûkê ya Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi beşdariya deh hezaran kesan ve li ser milê jinan hat oxirkirin.
ŞERVANA YPJ’ê ENGÎN LI SER MILÊ JINAN HAT DEFNKIRIN
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Aysel Engin (Gulan Hekarî) a ku li bajaroka Silûkê ya Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi beşdariya deh hezaran welatiyan ve li ser milê jinan hat definkirin. Cenazeya Şervana YPJ’ê Engin li ber xwaringeheke ku nêzîkê navenda bajêr ji aliyê konvoyek ku bi sedan wesayîtan pêk dihat bi tililî û dirûşmeya “Bijî berxwedana YPJ’ê” ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze ber bi bajar bi rê ket û di rê de jî bi dehan wesaytî beşdarî konvoya cenaze bûn. Bi sedan welatî ku piranî jin di ketina bajêr de bi alên PKK, KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cenaze pêşwazî kirin. Cenazeyê Engîn piştî re birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li ber nexweşxaneyê jî bi hezaran welatiyan cenaze bi dirûşmeya “Şehîd namirin” pêşwazî kirin.
BAJÊR VALA BÛ
Cenazeyê Engin pişt re ji nexweşxaneyê hate wergirtin û ber bi Şehîdgeha Serê Solan ve birin. Di wê demê de esnafên bajar jî dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Di meşê d alên YPG, KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di merasîmê de jinan cilên reş li xwe kirin û dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Rêheval Engin nemir e” berz kirin. Di dema merasîma cenaze de bajar vala bû.
Di dema cenazeyê Engîn ber bi goristanê ve dibirin welatiyên gulîlîk avêtin ser cenaze û demên hestiyan hatin jiyîn. Cenazeyê Engîn li nêzî goristanê ji wesayîtê hat girtin û ji ailyê jinan ve birin goristanê. Ligel deh hezaran welatiyan ji gundên derdorê jî gelek kes beşdarî merasî bûn û hevşaredarên Colemêrgê, endamên saziyên sivîl ên civakî û MEYA-DER'ê jî di merasîmê de amade bûn. Piştî vecîbeyên olî û xwendina duayan cenazeyê Engin hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat. Hevseroka MEYA-DER’ê Şukran Gezer di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê bi hêza jinan têkoşînan Engîn û rêhevalên wê bilind bikin.
Birayê Engîn, Hekîm Engîn jî diyar kir ku ew hem kêfxweş in û hem jî xemgîn in û wiha got: “Ji ber ku Engîn û rêhevalên wê Kurdistan ji çeteyên DAIŞ’ê re kirin goristan û Girê Spî rizgar bû em di şahiyê de ne. Lê ji ber ku rêhevalek me ji nav me çû em xemgîn in.”
Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya li ber avahiya DBP’ê hat danîn bûn.