Şervana YPJ’ê Avareş bi tilîliyan spartin axê
Şervana YPJ’ê Melek Erkek (Hîvda Avareş) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Şervana YPJ’ê Melek Erkek (Hîvda Avareş) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Melek Erkek (Hîvda Avareş) a 26’ê Hezîranê li gundê Şêxlerê yê Kobanê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Sergevra yê girêdayî navçeya Bismil a Amedê spartin axê. Piştî qedandina karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê duh cenazeyê şervana YPJ’ê Avareş anîn Bismilê. Di ketina navçeyê de cenazeyê şervana YPJ’ê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û ber bi gundê ku lê dayik bûye ve hat rêkirin. Di ketina gund de cenazeyê şervana YPJ’ê Erkek ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin û bi dirûşman heya goristana gund hilgirtin.
Piştî ku cenaze li gel sirûda “Çerxa Şoreşê” hat definkirin Hevserokê MEYA-DER’ê ya Şaxê Amedê Ayşe Dîcleyê soza xwedîderketina li bîranîna kesên li Kobanê têkoşînê dimeşînin da.
Dayika şervana YPJ’ê Erkek Nûrhan Erkek jî wiha got, “Keça min ji min re gotibû eger ez şehîd bikevim, ez ê ne tenê bibim şehîda te, ez ê bibim şehîda tevahî gelê Kurd û wesiyeta min e, li pey min du caran bililîlî ne.” Dayik Nûrhan du caran lîland.
Bav Recep Erkek jî da diyarkirin ku keça wê û hevalên wê ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîn meşand û jiyana xwe ji dest dan. Bav Erkek anî ziman gelê Kurd zilm li ti kesî nekiriye; lê tim rastî êrîşan hatiye û wiha berdewam kir, “Li her çar parçeyên Kurdistanê bi polîtîka û komkujiyên zalimane dixwazin xwîna me birijînin. Bi navê olê li ser gelê herî qedîm ê vê erdnîgariyê komkujiyan pêk tînin. Ev hêzên tarî 30 salan zarokên me şehîd xistin. Doza me doza Hz Muhemmed e. Peymana Medîneyê ye. Em li pey doza xwe bin. Em ê li cem gelên ji bo mafên xwe têkoşînê dimeşînin cih bigirin. Ji ber ku doza me li hember zilm, zext û çewisandinê ye.”
Piştî axaftinan gel derbasî cihê taziyeya ji bo şervana YPJ’ê Erkek a li gund hat danîn bûn.