Taziyeyên ji bo Endamê Meclisa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Metîn Altindaş ên li sînorê Kobanê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê bi cih kirî de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hat ziyaretkirin.
Ziyaretên taziyeyên Endamê Meclisa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Metîn Altindaş ên li sînorê Kobanê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê bi cih kirî de jiyana xwe ji dest da li Wanê berdewam dikin.
Konê sersaxiyê yê ji bo Aktî li taxa Selîmbey hatî vekirin Parlementera HDP'ê Aysel Tugluk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ziyaret kirin. Konê ji bo Altindaş li taxa Esenler hatî vedan jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û hevşaredarên navçeyan ziyaret kir.
Di konên sersaxiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Aktî û Altindaş û alên PKK, KCK û YPG'ê hatin daliqandin. Sersaxî dê sibê bi dawî bibin.