Serpêhatiya du kalên li ser axa xwe penaber bûne!

Serpêhatiya du kalên li ser axa xwe penaber bûne!

"Aliyekî me leşkerên Sedam aliyê din jî pêşmerge. Derdora me jî mayîn kirî bû. Ne erzaq, ne sobe, ne gaz, ne av û ne jî nan hebû. Ji çolê me qada jiyanê afirand."

Ji dîroka gelê Kurd re tê gotin dîroka têkoşîn û berxwedanê. Ji ber ku Kurdistan her di navbera dagirkeran de hatiye parve kirin, hertim bûye qada şer, têkoşîn û berxwedanê. Bi taybet jî sedsala 18. û şûnde her çiqas dagirkeran xwestiye Kurdistanê bi zilma şûr û komkujiyan jî tine bike, gelê Kurd hertim li ber xwe daye û tekoşîna azadiyê meşandiye. Bêguman tekoşîna gelê Kurd herî bi heybet û bê hempa têkoşîna ku di dawiya sadsala 20.de destpê kir e, ku îro gihiştiye qonaxeke ku gelê Kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve dibe. 

Dema ku dagirkerî digot êdî li Kurdistanê 'pel na lerize' tevgera di bin Rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1970’yê de destpêkir û îro gihişte asta herî jor. Têkoşîna gelê Kurd a 35 salên dawî têkoşîna hebûn û tinebûnê bû. Ji bo raperîna gelê Kurd a 29. tine bikin, 4 hezar gund hatin şewitan din. 17-18 hezar insanê bê guneh ji aliyê dewleta Tirk ve bê darizandin hatin qetilkirin. Û bi milyona mirovên Kurd ji cîh û warê xwe hatin derxistin û ber bi çar aliyên cîhanê ve hatin koçberkirin.

Cihê ku ji zilm û zora dewleta Tirk herî zêde zerar dît qada Botanê bû. Ji ber têkoşîna şerê çekdarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an  li qada Botan destpê kir. Gelê  Botanê ku di dîroka Kurdistanê de bi berxwedêriyê tê naskirin, bi hestên welatparêzî tev li têkoşîna azadiyê bû. Ji ber vê rastiye  dewleta  Tirk şerê qirêj ê bi rêbazên derveyî mirovatiyê herî zêde li vê qadê meşand. 

Me serpêhatî û çîroka du kalan ên bi navê Ehmet Ebdullah û Yûsif Îsmaîl ên ji qada Botanê ku ji terora dewleta Tirk ku li ser gelê Kurd daye meşandin û di encama vê de 21 sal koçber bûne xwest bi were parve bikin. Mamê Ehmed û Yûsif ku aniha li kampa Şehît Rûstem a penaberên Maxmur’de li dibistana Mehmet Karasungur hîşedar (nobetçî)’in. Mamê Ehmed û Yûsif ji ANF’re terora dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û jiyana koçberiyê ya li welat ê xwe, vegotin

NAV CUDA BIN JÎ ÇÎROK WEK HEV IN

Ehmed Ebdulla Îsmaîl yek ji gundiyên  Hîlaliye ku di sala 1938’ande ji dayik bûye. Ehmed di axaftina xwe de dibêje;  “ez ji wekî hemû gundiyan li ser axa xwe bi çandinî û lawirvaniyê ve mijul dibûm û debara xwe birêve dibir. Malbata me ji 10 kesan pêk dihat û li ser gundê xwe em gelek kêfxweş bûn. Kurê min yê bi navê Şefîq û bi 5 pismamên xwe re di sala 1988’ande tev li nava refên gerîla bû.  Piştî kurê min û ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn, êrîşên dijmin li ser me zêde bûn. Hertim leşkerên Tirk diavêtin ser gundê me zext û zorê li ser me dikirin û bi dehan caran ez girtim û îşkence li min kirin. Ji min re digotin te kurê xwe şandiye nava PKK’ê. Ji ber êdî zext û êrîşên dijmin pir zêdebûn me wekî malbat di sala 93’ande mecbur man gundê xwe biterikînin û em derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Kurê min navê xwe di nav gerîlla de Azad danî bû û şehadeta wî di sala ’95’an de dema em li kampa Etrûş bûn me bihîst.”

Di şert û mercên dagirkeriyê û di berxwedana azadiyê de serpêhatî û jiyana koçberi, zextên dijmin li ser wan navê kîjan Kurdî tu bîne çîroka wan ya wek heve yan jî nêzî hev e.  Çiroka mamê Yûsif jî nêzî çîrok û serpêhatiya mamê Ehmede.  Ji ber zilm û zora dijmin hevpar e, çîroka van kalan jî nêzî hev e. Ji xwe bi malbatî jî xizmên hev in. Hema bêja qedera wan bûye yek. Ji xwe her du jî piştî 20 sal koçberî û şûnde niha jî li heman cihî karê hîşedarî dikin. Mamê Yûsif li heman gundî yanî li gundê Hîlalê di sala 1940’î de ji dayik bûye. Ew ji wekî her gundiyê Kurdistanî li ser axa bav û kala dijiya. Heya dagirkeriya dewleta Tirk hat û gundê wan şewitand. Mamê Yûsif dibeje, me debara xwe bi çandinî lawirvanî dikir û em pir dilşabûn. Lê dagirker hat û herder talan kir, şewitand û em ji di welatê me de kirin koçber. 

DIJMIN BI ZORÊ EM JI GUNDÊ DERXIST

Em guh bidin axaftinên Mam Yûsif ku jiyaneke berxwedanî û bi rûmete. “malbata me ji 4 kesan pêk dihat. Heya salên 1994’an dema ku dewleta Tirk bi hemû zilm û zora xwe liser me zext zêde kirin û bi zorê em ji gundê me derxistin. Em  ji neçariyê koçberî başûrê Kurdistanê bûn. Dema ku em koçber bûn zarokên min biçûk bûn. Em di nava gelek zor û zehmetiyan de bi şev derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Di sala ‘95’an de dema ku em li kampa Etrûş bûn bi kurê min de mîn (mayîn) teqiya û jiyana xwe ji dest da.  Gurgîn kurê min ê bi tenêbû hîn di temenek biçûk de çend bizinek me hebûn ji bo çêrînê di bir ji dervey kampê. Rojek bizinên wî ketin nava mayînan de. Ji ber biçûk bû fam nedikir ku ew der cihê mayîna ye.  Çû bizinê xwe bîne lê kete nava mayînan û mayînek pê ve teqiya. Di nava penabertî de di nava belengazî de piştî ku ev bûyer bi serê me de hat, êdî dunya li ber çavê min tarî bû, tu hêvî û baweriya min ji bo jiyanê nema.”   

DIJMIN BI TANK Û TOPAN GUNDÊ ME XIRA KIR

Ji vir û şûn de em li çîroka hevbeş a mam Ehmed û Yûsif temaşe bikin, “Me di jiyana xwe ya gund de debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê ve dikir. Gundê Hîlal gundekî pirr xweş bû, me dikarî li gundê xwe jiyana xwe bi kêfxweşî derbas bikira. Lê belê dewleta Tirk zilm û zor li me kir, mirovên me qetil kir, malên me bi tank û topan xera kirin û me ji gundê me derxistin. 

Dijmin ji me re digot ‘yan hûnê çekê hilgirin  bibin cerdevan û bi me re bên şerê gerîlayan yan jî hûnê ji vî gundî derkevin.’ Di gundê Hîlal de her malbatek şehîd û şervanên xwe hebûn. Bi şev ji tirsa dijmin me nedikarî li mala xwe de razên.  Her şev leşkeran operasyon li ser gund dikirin û dixwestin me bibin  li dijî gerîlla bidin şer kirin. Ji ber vê jî em ji mal direviyan lewra, her şev leşkeran li ser gel zilm zordarî dimeşandin. Êdî me nekarî wê zilma dijmin li ser xwe qebûl bikin û berdewam bikin me gundê xwe terikandin. Axa bi sedan salan bav û kalên me li ser dijiyan, em neçar man biterikînin û koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.

TIRK BI TOP Û BALAFIRAN KAMPÊN  PENABERA TOPBARAN DIKE

Gundiyên me û tevayî gundên girêdayî navçeya Qilebanê di sala 94’ande derbaSî başûr bûn û li kampên Şeraniş, Bihêrê û Bêrsîvê bi cih bûn. Lê li vir jî dijmin dîsa ji me negeriya û ji Kêriya Reşve bi topan û çend car jî bi teyaran êrîşên xwe li ser me berdewam kirin. Piştî sê çar mehan em li wê derê man ji neçarî kampên em lê diman me berdan û em derbasî kampa Etrûş û hinek gelê me jî li kampa Geliyê Qiyametê bicih bûn. Dema ku em hatin başûrê Kurdistanê me digot em hatine nava birayên xwe yên Kurd, wê xwedî li me derkevin. 

Wê demê di navbera PKK’ê û partiyên Kurdan ên Başûr de nexweşî derket û di nava wan de şer û pevçûn çê dibû. Cihê ku kampên me lêbûn der û dora wê hemû qereqolên pêşmergeyên PDK’ê bûn. Ji ber ku em aligirên PKK’ê bûn, wan jî herdem zilmê li me dikirin û em vê carê rastî zext û zordariyên PDK’ê hatin.  Di encama êrîşên ku li me hatin kirn de mirovên me jiyana xwe ji dest dan, pezê me dibirin. Ji ber çûyîn û hatin di bin kontrola wan de bû 3 mehan ambargo danîn ser kampê û em bê erzak dihiştin. Ji bo gel debara xwe bike em mecbur man berûyan bixwin lê hinek car ew jî bidest me ne diketin. Em di bin konan da di nava şertên gelek zor û zehmet de diman. Di sala 1996’ande ji neçarî em derbasî kampa Nînowa bûn. Li kampa Nînowa jî heman êrîş û zextên partiyên başûr li ser me berdewam kirin. 

Rojek erebeyek a pêşmergeyan di nava kampê de derbas bû û gule li gel reşandin. Di encamê de 2 zilamên Hilalî qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin. Gelek bûyerên bi vî rengî di nava heft mehan de bi serê me hat.  Piştre em pê hesiyan ku hêzên pêşmerge bi hevkariya leşkerên Tirkan  wê  êrîş bînin ser kampê. Ji ber vê yekê diviyabû gelê kampê di demeke zûtirîn de kampê biterikînin. Gelê wargehê rojek ji rojên zivistanê bû xwe amadekirin ku wargehê terk bike. Bi şev  herkesî bi qasî ku karîbû tiştên xwe li ser pişta xwe kir, hinekan jî eşyayên xwe li ser pişta heywanên xwe yên wekî bizin, çêlek û dewaran kirin. Di nava baran û berfê de, bi rezaletekî ku kesê heya niha nedîtye wê şevê bi serê me hat. 

NEHDARAN JI BO ME KIRIBÛN ZINDAN

Yek ji rojên ku me herî zorî û zehmetî dîtî, ew roj bû dema em bi şev ji kampa Nînowa derbasî kampa Nehdaran bûn. Dema ku em hatin kampa Nehdaran zivistan bû.  Gel di nava belengazî û bê derfetiyên gelek mezin de li kampa Nehdaran bicih bû. Ji nava her deh malan du malan kon hebûn, yên din hemû dibin naylonan de di nava herîyê de bûn. Ne erzaq, ne gaz û sobe nejî nan hebû ku gel bixwin. Ji ber nan nebû ku dayik bidin zarokên xwe, zarok ji birçiyan digiriyan. Me li kampa Nehdaran dinava tinebûn û zehmetîyan de bi mehan liber xwe da. Nehdaran diket nava sînorê navbera Sedam û hêzên başûrê Kurdistanê. Aliyek me leşkerên Sadam,  aliyê din jî pêşmerge bûn û ne dihêlan em ji nava kampêê derkevin. Ji ber şertên zivistanê zehmet bûn, dû zilama ji boy zarokê xwe liber agir germ bikin çun dara. Dema ji qempê der dikevin herdû kes ji aliyê pêşmerga ve têne dîl girtin û bi hovane tên qetil kirin. Kesên hatin qetilkirin bira û temenê wan mezinbûn. 
Ji ber em dinavbera sinûrê Sadam û pêşmergeyan de bûn her roj nexweşiyên mezin bi serême danîn. Li derdora qempê gelek mayîn hebûn,  caran bi heywanên wargehê ve di teqiyan.  Me  dinava zehmetiyên gelek mezin de jiyan dikir. Rexmî hemû êrîş û zextên li ser mejî me moralê xwe xirap nekir.  Û her êvar gel dîlan digirtin û jixwe re şahî li dardixistin. jibo ku em baweriya xwe winda nekin û dev ji doza xwe bernedin me jî liber xwe dida. Em 5 mehan li qempa Nehdaran man jixwe dema em ji Nînowa hatin em ne li wê hêviyê bûn ku li Nehdaran rawestîn, lê jiber ku leşkerên Sadam destûr nedan em derbaz bin, jiber wê em ji neçarî liwê derê bi cih bibûn. 

MEXMÛR ÇOL BÛ LÊ NIHA QADA JIYANÊ YE 

Rojek ji mere hat gotin ku, ‘xwe amade bikin emê ji vir bar bikin’.  Me eşyayên xwe hemû li erebeyên  mezin bar kir,lê me nedizanî ku emê bi ku de biçin. Ji mere  hatibû gotin ‘emê herin cihek li ber qontara çiyayekiye û li wê derê jî avek heye, emê  biçin nava ereban’.  Dema  me van tiştan bihîst hinek kêfa me xweş bû. Em jî bi van xiyalan ve bi rê ketin.  Dem havîn bû, em her çend mal bi hev re li loriyek serî  vekirî siwar bûn. Di  demjimêrên piştî nîvro de em gihiştin Mexmûr me berê xwe dayê herder deşte, herder toze. Ne  şînatiyek ne jî tiştek ku mirov bêje ev der cihê mirovane me nedît. Em di mexmûra jêr ya ku niha xelkê soran lê hene re derbas bûn em hatin qontara çiyayê Qereçox li wê derê seyareyên me rawestan. Kêmek ma em aqilê xwe bi avêjim. Her kesê ku dihate xarê şoqê derbas dikir û digot ‘emê çawan li vir bimînin, ev der ne cihê mirovane,  ma emê çawan bikarin li vê derê bijîn.’ 

Ji germa mirov nedikarî deh deqeyan li ber tavê raweste. Yên  ku kon hebûn konê xwe danîn,  yê din jî wê germa havînê çune di bin nalyonan de.  Mirov ne dikarî ku gavek tenê bi avêje herder kunikên dûpişk û maran bûn. Herder  berbûn,  mirov sed metreyan  digeriya lingê mirov nediket ser axê. Ava vexwer tinê nebû ku em vexwin.  Leşkerên Sadam bi tankan av ji mera anîn lê avek şêlo û tehl bû, ne dihat vexwarin. Ji ber em ji têhna nemirin me ji mecbûrî divexwar. Mexmûr cihek bi vî rengî bû ku derfetên jiyanê hema hema nebû. Dîroka me bi berxwedanek mezin, ji ked û çandek xwezayî dihat.  Ev şert û mercên  Mexmûr ku heya niha li tu cihên cîhanê ne hatiye jiyîn, lê me li Mexmûr jiyan kir. 

HEVIYÊN ME EWE KU EM KURDISTANEK AZAD BIBÎNIN!

Nêzî 12 salane em li ber dibistana Şehit Mehmed Karasungur karê hîşedartiyê dikin. Em herdu ji wekî jiyana li gund em bi hevre bûn li karê karê hîşedartiyê ji li gel hevin. Her çiqas yek ji me bi şev,  yek jî bi roj hîşedar be jî em wekî qederê girêdayî hevin. Dema ku em  dibînin li vê derê zarokên me tên bi zimanê Kurdî waneyên xwe dibînin û di axivin rastî jî em gelek pê keyf xweş dibin.  Ji ber vê çendê bi salane ji dil û can em karê xwe birêve dibin. Zehmetiyên ku em livê derê dikişînin hinek di aliyê rojên bêhn vedanêde em zehmetiyan dikişînin.  Em hemû rojan heya  roja cejnan jî em têne liser karê xwe di rawestin. 
Dema em dibînin zarokên me li vir hertişt bi zimanê xwe yê dayikê dibînin roj bi roj hêvî û baweriya  me xurt dibe. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku em Kurd bi serbikevin, bigehin maf û azadiya xwe. Hesret û daxwaza me ewe ku  hêj em nemirîn em Kurdistanekî serbixwe û azad bibînin.