Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate bîranîn

Tahîr Elçî li Amedê hate bîranîn. Polîsên Tirk nehiştin merasîma bîranînê li cihê kuştina Elçî bê lidarxistin. Di merasîmê de ji bo Elçî hat gotin, "Ew rêberê lêgerîna edaletê ya mezlûman û dengê aştiyê bû."

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling dema daxuyanî dida bi destê polîsan hat kuştin. Di salvegera kuştinê de Elçî jia aliyê rêveberên Baroya Amedê ve hat bibîranîn. Lê destûr nehat dayîn ku bîranîn li Kolana Yenîkapi ya ku Elçî hate kuştin merasîm bê lidarxistin. 

Beriya merasîmê polîsan bi hinceta ku cihê Elçî hatiye kuştin qedexeye nexwestin merasîm pêk bê. Ji ber vê yekê bi destûra ji Walîtiya Amedê hat girtin ve li pêşiya kolana ku Elçî hatibû kuştin merasîm pêk hat. 

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, parlamenterên CHP û HDP'ê, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl, gelek parêzer beşdar bûn. Ji ber tevlîbûna zêde kolan tijî bû. 

Di merasîmê de parkarta bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin" hate vekirin. 

Di merasîma ku dirûşma "Tahîr Elçî namire" hat berzkirin de di saet 10.53'yan de rêz hat girtin. 

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li vir daxuyanî xwend û Elçî bi gotinên "Rêberê mazlûmên ku li edaletê digerin û dengê aştiyê bû. Tahîr Elçî di girtekên dadgehan de qêrîna yên hatine windakirin, dirayeta li tu cihê hil nayê" pênase kir.

Ozmen destnîşan kir ku li ser mirina Elçî re salek derbas bû di nava salekê de tiştên ku xwest asteng bike û ji bo vê jiyana xwe danî holê bi her awayî hat jiyîn û wiha berdewam kir: "Navendên bajaran hat rewşekî rawê jiyîn, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin kirin. Dîrok û mîrateya me ya çandî hat tunekirin. Di bin navê qedexeya derketina derve maf û azadî hatin rawestandin. Bi têkoşînên mezin mafên ku hatibû bidestxistin ji holê hat rakirin. Li şûna çareserî, muzakere û diyalogê şîdet û polîtîkayên ewlehiyê ketin dewreyê."

Ozmen got ku Elçî her tim wekî rewşenbîr, parazvanekî mafê mirovan ji bo pêkanîna aştiya civakî tevgeriya û wiha axivî: "Bi pirsgirêkên civakî re bi taybetî jî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin sûd da. Li vî cihê ku em lê ne heta nefesa xwe ya dawî jî ev kir. Bi tecrube û pêşditînên xwe ve roja kuj iyana xwe ji dest da ji bo aliyan banga bihistiyariyê kir."

Ozmen bilêv kir ku ji ber tiştên ku li bajaran qewimî, pirsgirêkên li welat mezin bûn, pirsgirêkên nû derketin holê vî jî darbe li demokrasiya welat xist. 

'EM Ê NEHÊLIN BIBE KIRYAR NEDIYAR'

Ozmen di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em wekî Baroya Amedê, wekî dost û hevalên wî em ê careke din li vir dibêjin ku ji bo dosyaya Tahîr Elçî yê ku hemû jiyana xwe ji bo kuştinên kiryar nediyar ronî bibe têkoşiya, nebe kiryar nediyar têbikoşin û desturê nedin vê yekê. Her çiqas di nava saleke de ji bo dosyayê de pêşketinek çêbibe tiştek nehatibe kirin jî em ê bibin şopdarên dosyayê. bila gumana tu kesan nebe. Em careke din ji bo vê yekê soz didin, em ê xwedî li têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan bidomînin."

QURNEFÎL AVÊTIN KOLANA KU LÊ HATE KUŞTIN

Piştî axaftinê hevsera Elçî, Turkan Elçî û kesên pê re qurnefîl avêtin li ser birandaya ku cihê kuştina Elçî li pişt wî bû û wêreyên wî danîn.

Di vê navberê de hin parêzeran jî qurnefîl avêtin kolana Mînareya Çarling. 

Piştî merasîmê parêzer û parlamenter jî di nav de bi sedan kes heta Baroya Amedê meşiyan. Di meşê de bi kurdî û tirkî dirûşma "Tahîr Elçî bêmirin e" "Şehîd namirin" hatin berzkirin. 

Di nava rojê de ji bo Elçî merasîmên bîranînê birdewam bike.