Serokê AKP’a Amedê ji peywirê hate girtin

Serokê AKP’a Amedê ji peywirê hate girtin

Serokê AKP’a Amedê Halîl Advan ji ber gotina “Kurdên oldan dengê xwe didin BDP’ê” bi fermana Serokwezîrê Tirk Erdogan ji peywirê hate girtin.

Seroka Beşê Jinan Sîbel Yagmûr jî ji peywir girtina Advan protesto kir û îstîfaya xwe da.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Serokê AKP’a Amedê Halîl Adven hevpeyvînek li gel rojnameyekê kiriye û ji ber gotin “Kurdên older dengê xwe didin BDP’ê” di Civîna Serokên AKP’a Bajaran de bi fermana Serokwezîrê Tirk Erdogan ji peywirê hatiye girtin.

Seroka Beşê Jinan ya AKP’a Amedê Sîbel Yagmûr jî ji peywirgirtina Advan protesto kir û îstîfaya xwe pêşkêşî Navenda Giştî ya AKP’ê kir.