Di belgeyên ku derketin holê de eşkere bû ku failên qetlîamên Enqere û Pirsûsê hevpar in. Yûnûs Dûrmaz ê wek “Emîrê Dîlokê” yê DAIŞ’ê tê binavkirin, ji bo Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku piştî qetlîama Pirsûsê hatibû hedefgirtin, dibêje: “Avabûneke ku li Pirsûsê me ameliye kiriye.” Dûrmaz her wiha dibêje ku ESP di nav organîzatorên mîtînga Enqereyê de ye.
Seroka Giştî ya ESP’ê Sûltan Ûlûsoy pêşketinên têkîldarî her du qetlîaman jî nirxandin kir, diyar kir ku vê carê jî bi belgeyan derket holê ku qetlîam bi destên DAIŞ-MÎT’ê pêk hatiye. Ûlûsoy bi bîr xist ku li Pirsûsê yekser partiya wan hatiye hedefgirtin, got: “Li Enqereyê ji bilî beşek mezin a têkoşîna aştiyê dimeşîne, di van belgeyan pir eşkere tê dîtin ku bi taybet partiya me jî tê hedefgirtin.”
Ûlûsoy belgeyên mabeyna Midûriyeta Emniyetê û Walîtiyê jî bi bîr xist, got: “Îstîxbarat beriya qetlîama 10’ê Cotmehê, hêzên dewletê hişyar dike ku wê qetlîam mezin pêk were. Lê, ev hişyarî ne ji bo parastina ewlehiya canê beşdarvanên mîtîngê ne. Tê zanîn ku wê teqîn çêbibe, lê bi taybet polîs û hêzên çewîk tên hişyarkirin. Dewlet tenê personelên xwe diparêze.”
Ûlûsoy axaftina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Em bombeyên zindî dinasin, lê heta nekevin tevgerê em nikarin bigirin” bi bîr xist, wiha dewam kir: “Ev daxuyanî dide diyarkirin ku heta qetlîama Enqereyê pêk hatiye neketine nav tevgerê. Li vir xelekeke ku ji Wezareta Karên Hundir heta teşkîlata polîsan, heta serokwezîriyê heta heta yekser Serokwezîr jî tê de ye. Qetlîam bi hevpariya van saziyan de pêk hatiye.”
Ûlûsoy destnîşan kir ku her kesên ku li ser vê axê têkoşîna aştiyê, wekheviya gelan, azadiyê dimeşînin hedef in, wiha bi dawî kir: “Partiya me jî wek kirdeyek esasî ya têkoşîna aştî û wekheviyê dimeşîne hatiye hedefgirtin. Lê, Ev rewş wê nikaribe partiya me ji têkoşîn û biryardariya wê bi paş ve bikişîne.”