Serok û parlementerên BDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Serok û parlementerên BDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, aşkere kirk u kir ku her çendî hikûmet rêyên çaresekiyê li pêş wan bigirin jî, ji bo li derve û di girtîgehan de mirin çênebin dê têkoşîn û berxwedana xwe ya li kolanan berdewam bikin. Kişanak, bang li hemû raya giştî ya xwedî wijdan û demokratîk kir û xwest li hemberî mirinê bêdeng nemînin. Kişanak da zanîn 7 parlementer û Baydemîr dest bi greva birçîbûnê dikin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, der barê greva birçîbûnê ya parlementerên BDP'ê de li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Kişanak, diyar kir ku êdî dema ew li benda deqe û saniyan rawestin tune û her saniye, deqîqe û saeta derbas dibe girtiyên ketine grevê ber bi mirinê ve diçin û divê edî her tim li kolanan bin.

Kişanak, da zanîn ku niha û bi lezgîn gav neyên avêtin û çareye neyê dîtin dê mirin çêbibin û ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê nebaş be û wiha got: "Em dîsa bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin guh bidin dengê wijdana xwe. 64 girtiyên ku ji 12'ê Îlonê ve û girtiyên ji 24'ê Îlonê be dest bi grevê kirin û girtiyên pişt re dest bi grevê kirin rewşa wan her ku diçe giran dibe. Divê em li hemberî rewşa van girtiyan dakevin kolanan û di nava têkoşînê de bin. Em dîsa bang li her kesî dikin û dixwazin hestyar tev bigerin û guh bidin wîjdanê xwe û li daxazên girtian xwedî derkevin. Di ser çalakiyê re 60 roj derbas bûn.”

'60 ROJIN EM DI NAVA HEWLDANAN DENE, LÊ HIKÛMET BÊDEGN E'

Kişanak, da zanîn ku 60 roj in grev didome û ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên serî li hemû rê û cihên peywendîdar dan. Kişanak, destnîşan kir ku daxazên girtiyan daxawên wan in û wiha got: "Em 60 roj in di her alî de di nava hewldanan de ne. Me serî li hemû derî û cihên peywendîdar da. Em ketin nava hewldanan. Me li kolanan, ber girtîgehan û li meclîsê û li her derê eleqeder ketin nava lêgerîna çareseriyê me xwest dengê wan bilind bikin. Me xwest li kolan û qadan mîtîng û meşê pêk bînin û wijdanan hişyar bikin. Lê hemû xwepêşandan û çalakiyên me hatin astengkirin û qedexekirin. Em rastî êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Çalakiyên me hatin qedexekirin û atengkirn. Deng û awaza me ya ji bo mirin pêk neyê hate qutkirin. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em daketin kolanan. Ji bo em destûr nedin alozî mirin û êşê em daketin kolanan û em niha hêj li kolanan in."

'ÇALAKIYÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN'

Kişanak, da zanîn ku li gel vê helwesta hikûmet û dewletê ya di neçareseriyê de israr dike û li gel hemû astengî û zextên li ser wan, dîsa gav bi paşve neavêt û wiha berdewam kir: "Em tu carî gavan paşde navêjin. Em dîsa ji bo ku pirsgirêk bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û daxwazên wan pêk bê em dê li kolanan bin. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em dê her tim di nava hewldanan de bin û li kolanan bin. Di encama nirxandina partiya me de û hewldan û hevdîtinên partiya me de, em ketin nava hewldanan û em bi hemû partî û saziyan re ketin danûstendinê. Êdî dem hatiye ku hemû kesên xwedîe wîjdan li ber girtîgehan kom bibin û dengê xwe bidin dengê girtiyan. Em dê sibê êvarê (Şeva Şemiyê) bang li her kesî dikin ku ampulên xwe vemrînin û pêşerojê ronî bikin."

'SERDEST LI DIJÎ AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ NE'

Kişanak got ku, hêzên ku serdestî xistine destê xwe û li Enqere erka rêveberiyê xistine destê xwe ger ku para xwe ji demokrasiyê negirtibin û daxwazên gel li ber çavan negirin, nikarin pirsgirêkê çareser bikin û wiha dawî li axaftinê anî:

"Girtiyên ku azadiya wan ji destê wan hatiye girtin û mafê siyasetê ji destê wan hatiye girtin. Di vê çalakiyê de parlementer û şaredarê me jî hene. Ev ji bo demokratîkbûn, aştî û aramiya Tirkiyeyê berpirsiyariyek e. Em berpirsiyariya xwe ya li hemberî dîrokê bikar tînin û em dê bikar bînin. Ji ber vê yekê hem li parlementoyê hem jî li kolanan em di nava hewldanan dene. Parlementerên me jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Îro jî parlementerên me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor dikin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em jî dixwazin zextên li ser gelê me bi dawîbibe. Tecrîd bi dawî bibe. Daxwazên hevalên me yên girtîgehan daxwazên me ne.

Ji îro û şûnde em 7 parlementer û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ketin greva bêdem û bêdorveger."

Parlementerên ketin grevê ev in: Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'e Emîne Ayna, Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Sirri Sureya Onder, Adîl Kûrt û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.