Şerên li Xurmatûyê ji nû ve destpê kir

Li navçeya Xûrmatû ya Selahaddîn piştî agirbesta duh hate îlankirin, şer ji nû ve destpê kirin. Di şer de peşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 5 endamên Heşdî Şabî jî mirin.

Li navçeya Xûrmatû ya Selahaddîn piştî agirbesta duh hate îlankirin, şer ji nû ve destpê kirin. Di şer de peşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 5 endamên Heşdî Şabî jî mirin.

Biryara agirbestê ku di hevdîtinan de rêberê Tûgayên Bedîr Hadî Amîrî û Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî amade bûn, ji ber Heşdî Şabî li gor agirbestê tevnegeriya, ji duh êvarî ve 3 sivîl birîndar kirin û yek jî kuşt, xira bû.

Şer li ber embarên genim ên Xurmatû, nahiyeya Kepekhatûn û derdora avahiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan a navçeyê bi awayekî dijwar dewam dike.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, hêzên Heşdî Şabî bi topên hewanê êrîşî taxên Kurdan dikin, perşmerge jî bi awayekî tund bersivê didinê. Di şer de peşmergeyekî jiyana xwe ji dest de, sivîlekî Kurd jî birîndar bû. Her wiha 5 endamên Heşdî Şabî jî hate kuştin.

23’yê Nîsanê ji ber mîlîsên Şîî bombeya dest avêtibûn mala Goran Gewer a li Xurmatûyê, şer ji nû ve destpê kiribûn. Di şerên nêzî 18 saetan dewam kirin de 1 jê fermandar, 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di şerên ku 4 peşmerge jî birîndar bibûn de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 21 jî birîndar bûn. Dîsa di şer de 25 mîlîs hatin kuştin.

Duh li navçeyê ji ber şerên di navbera mîlîsên Heşdî Şabî û peşmergeyan de bi tevlîbûna Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm û Fermandarê Tûgaya Bedîr Hadî Amîrî civînek hate lidarxistin. Piştî civînê jî Hadî Amîrî dabû xuyakirin ku têkîldarî agirbestê li hev kirine.