Şerê li Şirnexê bênavber dewam dike
Bomberdûman û şerê duh bi şev li Şirnexê giran bû, bênavber dewam dike.
Bomberdûman û şerê duh bi şev li Şirnexê giran bû, bênavber dewam dike.
Êrîşên çeteyên qesrê yên li hemberî Şirnexê di roja 13. de ne. Bomberdûmana li hemberî bajêr bênavber dewam dike.
Duh bi şev piştî bomberdûmana bi tank, top û obusan a li hemberî taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Îsmetpaşa û Bahçelîevlerê, li aliyê Gazîpaşa û Îsmetpaşa şerekî dijwar qewimî.
Li ser encama şer, agahiyeke zelal bi dest neket. Danê sibehê gelek ambûlans ber bi herêma şer ve çûn.
Bomberdûmana li hemberî taxên berxwedanê di nava rojê de dewam kir.
Tankên li 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan bi cih bûn, bombe li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê barandin.
Şerê li Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê qewimî jî bi dijwarî dewam dike.
Li aliyê din, veguhastina leşkerî ya ber bi herêmê ve didome.
Li bajêr ji sibehê ve ambûlans diçin û tên. Herî kêm 20 ambûlans hatin dîtin ku ketin Fermandariya Tumenê û jê derketine.