Şerê li Nisêbînê dewam dike
Li Nisêbînê ku ev 20 roj in berxwedan lê heye, êrîşa bi top û hawanan dewam dike. Hat ragihandin, di şerê li vir de polîsekî tîmên taybet bi çalakiyeke sûîqestê bi giranî birîndar bû.
Li Nisêbînê ku ev 20 roj in berxwedan lê heye, êrîşa bi top û hawanan dewam dike. Hat ragihandin, di şerê li vir de polîsekî tîmên taybet bi çalakiyeke sûîqestê bi giranî birîndar bû.
Di roja 20. a êrîşên qirkirinê de, hêzên rejîma Tirk bênavber êrîşî taxên berxwedanê dikin. Êrîş bi giranî bi topan li hemberî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê tên kirin. Her wiha ji Qereqola Gurun TRT û Tabûra Jendermeyan a YÎBO, hawan li taxên berxwedanê tên barandin.
Duh êvarê, li hemberî tîmekî taybet ê li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya berê bi cih bûbû, hêzên YPS'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de ev polîsê dewleta Tirk bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Êrîşên bi top û hawanan ên li hemberî taxên berxwedanê ji şevê û vir ve her dewam in.