Serçeteyê DAIŞ’ê yê herêma Cizîrê hate kuştin

Komeke çeteyên ku hewl dan bikeve herêma Şedadê, ji aliyê yekîneyên Antî-Teror ên YPG’ê ve hate bêbandorkirin. Di nava çeteyên hatine bêbandorkirin de serteçeyê berpirsyarê herêma Cizîrê jî heye.

Komeke çeteyên ku hewl dan bikeve herêma Şedadê, ji aliyê yekîneyên Antî-Teror ên YPG’ê ve hate bêbandorkirin. Di nava çeteyên hatine bêbandorkirin de serteçeyê berpirsyarê herêma Cizîrê jî heye.  Li aliyê din êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk jî didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê da daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekîneyên Antî-Teror ên YPG’ê 5’ê Nîsanê saet di 06.30’an de li nêzîkî gundê Elwa yê dikeve başûrê bajaroka Şedadê operasyonek li dar xistiye û ev agahî hatin dayîn:

“Piştî hêzên me agahî girtin ku fermandarekî çeteyan ê paye bilind bi armanca keşifkirine ketiye herêmê, operasyon hate destpêkirin. Di encama vê operasyonê de 5 çete hatine kuştin. Yek ji van çeteyan Ebû Îsa El Kazaxî yê fermandarê çeteyan ê herêma Cizîrê ye. Di lêgerîna hêzên me ya li herêmê de tevî 3 termên çeteyan, 3 klêş, 3 rext û 3 bombeyên destan hatin bidestxistin.”

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî li herêmên kantonên Kobanê û ev agahî hatin parvekirin:

“6’ê Nîsanê di navbera saet 09.30 û 11.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser başûrrojhilatê bajaroka Eyn Îsa. Komên çeteyan bi awayekî hemwext bi çekên giran êrîş birin ser derdora gundê Şergirat ê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa jî. 6’ê Nîsanê saet di 21.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê pira Qereqozax bi çekên giran êrîş birin ser gundê Silipkiran ê dikeve bakurê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê.”
Di daxuaniyê de hate gotin ku êrîşên arteşa Tirk ên li ser xeta sînor a Rojava berdewam dikin û wiha dewam kir: “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 6’ê Nîsanê saet di 18.30’an de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Tilfindê yê dikeve rojavayê Girê Spî.”