Sercerdevanekî li Geverê yê nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku di şer de endamên tîma li refên pêş ber bi taxan ve tê dehfdan, bi Tirkî baş nizanin. Sercerdevan ragihand, kesên ji nava vî tîmî dimirin, nayên eşkerekirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku beriya 36 rojan hatiye dorpêçkirin, welatiyên li taxên berxwedanê dijîn dabûn xuyakirin, ku bi rûpoş û bi rih tevlî operasbonan dibin, ev kesên ku welatiyan weke 'DAIŞ'iyan' bi nav kirin, hin ji wan di dîmen û wêneyan de jî hatibûn dîtin.
Sercerdevanekî li taxên operasyonê, li pêşiya navçeyê nobedê digire û ji be ewlehiye nexweş navê xwe eşkere bike, anî ziman ku di operasyonan de tîmekî taybet tê bikaranîn. Sercerdevan da xuyakirin, ku kesên di nava vî tîmî de cih digirin baş bi Tirkî nizanin, bi zorê çend gotinên bi Tirkî daxivin û got, "Dema ku ez diçûm tumenê min çend caran dît. Hewl didan li cem me zêde naxivin. Lê dema ku daxivîn bi Tirkiyekî nebaş daxivîn."
EV KÎ NE?
Sercerdevan ragihand, ku ew nizane ev kes kî ne, yan jî ji ku anîne û ev agahî da: "Dibe ku biyanî bin. Ji Tirkên Kafkas bin. Dibe ku hêzên kontra bin. Ez di vê mijarê de tiştekî zelal nikarim bêjim. Lê cilên Tevgera Taybet a Jendermeryan li xwe dikin."
Sercerdevan diyar kir ku ev "tîma taybet" li taxên Orman, Eskî Kişla, Cûmhûriyet û Gungorê dema ku şerê dijwar diqewimin weke "yekîneya pêş" tê bikaranîn û wiha axivî. "Yekîneya ku dikeve nava şer e. Ji ber vê yekê kuştiyên wan jî nayên eşkerekirin. Hejmara wan nizanim lê ji hejmara ku tê eşkerekirin zêdetir kuştiyên wan hene. Hin ji wan jî kesên ji wargehan (yurdan) in, bê kes in. Ez vê jî bibêjim piranî kuştiyên POH'ê tên eşkerekirin, lê yên koma JOH'ê tên veşartin. Ji xwe nexweşxane jî ji ber vê yekê xistine vî halî."
NAHÊLIN KESEK XWE NÊZÎ BEŞA TAYBET A NEXWEŞXANEYÊ BIKIN
Sercerdevan pirsa "Bi texmînî hejmara wan kesan çend e" jî bersiva "Hejmar çi. Kesekî ku karibe agahiyeke biçûk derxîne derve, nêzî wê beşa taybet a nexweşxaneyê nakin. Kî bawer nake bila biçe nexweşxaneyê bibîne. Ji 200'î zêdetir birîndarên wan hene em dizanin, dem bi dem di nava axaftinên xwe de dibêjin."