Şer û bomberdûmana li Şirnexê dewam dike

Berxwedana Şirnexê ya li dijî terora dewletê di roja 44. de ye. Ji ber êrîşa bi hawan û obusan, şewat bi gelek xaniyan ket. Li gelek taxên bajêr di navbera hêzên rejîmê û endamên YPS/YPS Jinê de şer diqewime.

Berxwedana Şirnexê ya li dijî terora dewletê di roja 44. de ye. Ji ber êrîşa bi hawan û obusan, li taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Yenî û Aydinlikevlerê şewat bi gelek xaniyan ket.

ŞEWAT BI GELEK XANIYAN KET

Bi taybetî şewat bi gelek xaniyên li taxa Îsmetpaşayê ket, ku ev tax yek ji cihên dîrokî yên Şirnexê ye. Ji ber bomberdûmana ev 44 roj in bênavber tê kirin, welê li gelek xaniyan hat ku nema karibin bên bikaranîn.

ŞERÊ LI TAXAN DEWAM DIKE

Hêzên dewleta Tirk ku bi bomberdûmanê re hewl didin bikevin nava taxên berxwedanê, li bersiva hêzên YPS/YPS Jinê rast tên. Li taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Aydinlikevlerê, şerekî giran diqewime. Nehat zanîn ku di vî şerî de kuştî û birîndar çêbûne yan na. Gelek ambûlans ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Li taxên Tekser, Vakifkent, Gundogdû û li ser rêya Qilabanê ji danê êvarê heta serê sibehê şer qewimî.

TEVGERA HEWAYÎ

Li aliyê din, bi rojan e li Şirnexê tevgereke zêde ya hewayî heye. Balafirên keşfê yên bêmirov li ser bajêr û li qada bejahî digerin. Bi taybetî li quntara çiyayên Cûdî û Gabarê liv û tevgera helîkopteran heye.

Li bajêr şer û bomberdûman dewam dike.