Şer û bomberdûmana li Nisêbînê heta serê sibehê dewam kir

Li Nisêbînê, bomberdûmana li hemberî taxên Kişla û Zeynelabîdînê heta danê sibehê dewam kir. Li ser bersiva YPS/YPS Jinê şer derket û polîsekî tîmê taybet li vê derê bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, şerekî dijwar diqewime.

Êrîşên duh danê êvarê li hemberî taxên Kişla û Zeynelabîdîn destpê kirin, heta ber destê sibehê dewam kirin. 

Hêzên rejîma Tirk bi sirûda 'mehter' êrîş kirin. Li hemberî van êrîşan, ji taxên berxwedanê dengê stranên Kurdî bilind bû.

Hêzên YPS/YPS Jinê bersiv dan êrîşên dewleta Tirk û di şerê li vê derê de tîmekî taybet bi giranî birîndar bû.