Şer li Silopiyayê dijwar bû

Hat ragihandin, di şerê ji duh bi şev û vir ve diqewime de tîmekî taybet hatiye kuştin, herî kêm 12 jî birîndar bûne.

Şerê duh bi şev li Silopiyayê destpê kir li taxên Başak û Cûdî giran bû. Li navçeyê liv û tevgera ambûlansan destpê kir. Li navçeyê, telefon naxebitin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, şerê duh bi şev destpê kir bênavber dewam dike. Li navçeyê, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Bi taybetî li taxên Başak û Cûdî şer giran e. Ambûlans li navçeyê di nava liv û tevgerê de ne. Gelek ambûlans ketin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û jê derketin.

Geceden bu yana yaşanan çatışmalarda bir çok özel harekatçının öldüğünü ve en az 12 özel harekatçının ise yaralandığı bildirildi.

Di şerê ji duh bi şev û vir ve diqewime de tîmekî taybet hat kuştin, herî kêm 12 jî birîndar bûn.

Li navçeyê telefon naxebitin, gel nikare xwe nêzî ber şibakeyê jî bike.