Şengal: Pêngava Mûsilê bi rizgarkirina navçeyên derdorê re pêkan e
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku wan asta operasyona Mûsilê ya li eniya Şengalê bi awayekî serketî qedandine û derbasî qonaxa duyemîn bûne.
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku wan asta operasyona Mûsilê ya li eniya Şengalê bi awayekî serketî qedandine û derbasî qonaxa duyemîn bûne.
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku wan asta operasyona Mûsilê ya li eniya Şengalê bi awayekî serketî qedandine û derbasî qonaxa duyemîn bûne. Şengal got, "Me xeterî ji ber deriyê xwe avêt. Êzidî divê li xaka xwe vegere û destekê bide YBŞ'ê."
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengal diyar kir, armanca esasî ya pêngava li Şengalê hat destpêkirin Mûsil e û got, "Qonaxên duyemîn û sêyemîn ên pêngavê hene. Stratejî û rêgeh diyar e: Mûsil. Lê beriya wê divê navçe û gundên li derdorê bên rizgarkirin. Piştî ku ev hat kirin, wê hêzên beşdar ji nû ve li hev rûnên, li ser operasyona mezin a Mûsilê baxivin û û plansaziyekê amade bikin.
Operasyona Mûsilê mîna ku hatiye plankirin, didome. Em hêvîdar in wê nakokiyên leşkerî û siyasî yên dibin asteng li pêşiya azadiya Mûsilê bi dawî bibin û di serî de pêşmerge her kes tevlî vê operasyonê bibin."
Şengal axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji aliyê esasî ve pêngava me di 11'ê Adarê de li hemberî Medîba destpê kir û di 21'ê Adarê de gund hat dorpêçkirin. Ev pêngav weke parçeyek ji pêngava azadkirina Mûsilê destpê kir. Piştre artêşa Iraqê jî li derdora herêma Mexmûrê dest bi operasyon paqijkirina gundan ji DAIŞ'ê kir" û destnîşan kir, ku pêngava esasî ya Mûsilê, piştî azadkirina navçeyên li derdorê dikarae destpê bike.
Fermandar Şengal bal kişand ser serketinên stratejîk ên di pêngava Medîba de hatin bidestxistin û got, "Operasyona Medîba ya li ser bingeha azadkirina gundên navendî yên Şengalê Tilizêr û Siba Şêx Xidir hat destpêkirin, di vê çarçoveyê de hem amadekarî ji bo Mûsilê ye, hem jî pêngaveke jib o navçeya Beecê ye. Ev pêngava me, heta hemû herêmên me qala kirin bê azadkirin, wê bi rengê cuda bi awayekî bênavber bidome."
'QADÊN STRATEJÎK HATIN RIZGARKIRIN, YEK JI DU ENIYÊN DAIŞ'Ê HAT ŞIKANDIN'
Şengal işaret bi girîngiya stratejîk a herêma Medîba kir û got, "Beriya em vê herêmê rizgar bikin, çeteyên DAIŞ'ê li herêmê bêhtir bi avantaj bûn. Yek ji du eniyên DAIŞ'ê yên êrîş dibirin ser gelê me û herêmên me, bi pêngava Medîba re hat şikandin. Rojavayê Şengalê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî pêşî li êrîşeke gengaz a li hemberî Şengalê hat kirin. Di heman demê de qadeke berfireh a kontrolkirin.
Xaleke din a girîng a serketî jî paqijkirina Rêya Bejahî ya 47. e, ku ev rê diçe Mûsil û Telaferê. Bi vî rengî rê li ber azadkirina Mûsilê hat vekirin. Xusûseke din a girîng jî ew e, herêmeke berfireh ket bin kontrola YBŞ'ê. Ev yek di têkoşîna me ya li hemberî DAIŞ'ê de avantajeke mezin dide me. Herêmên hatine azadkirin, ji bo bicihanîna stratejî û taktîkên me yên leşkerî, derfetan dafirînin."
'YPG'Ê HÊZÊN DAIŞ'Ê YÊN LI SER SÎNOR ŞIKAND'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê ragihand, beriya destpêkirina Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo wan bi gelek hêzan re têkilî danîne û destnîşan kir ku YPG û gerîlayên HPG'ê di operasyonê de roleke girîng lîstine.
Fermandar Şengal got, "Em dixwazin Mûsilê ji DAIŞ'ê paqij bikin, ku hebûna DAIŞ'ê ya li vê derê gefê li tevahiya herêmê dixwe. Me xwest hin hêzên din ên li herêmê tevlî operasyonê bikin. Ji ber ku DAIŞ pirsgirêka hemû gel û beşen civakê yên li herêmê ye. Hêza ku ev pêngav da destpêkirin YBŞ ye û hêzên YPG û YPJ'ê yên li ser xeta sînor, destekeke gelekî mezin dan me." Şengal destnîşan kir, hêza ku DAIŞ li ser sînor şikand YPG/YPJ ye. Şengal da zanîn, hêzên HPG'ê jî bi wan re tevdigerin, di mijarên leşkerî, taktîk û şer de destekek girîng dane wan.
'ASTA YEKEMÎN QEDIYA, BERÊ OPERASYONÊ LI MÛSILÊ YE'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, asta yekemîn a pêngava wan bi awayekî serketî qediya ye û ragihand, qada wan a tevgerê wê bi tenê bi Şengal û gundên derdorê bi sînor nemîne. Şengal destnîşan kir, ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û got, "Qonaxa yekemîn qediya, cihên hedef hatin girtin, hatin bidestxistin. Lê belê wê qonaxên duyemîn û sêyemîn ên vê yekê jî hebin. Berê operasyonê wê li Mûsilê be. Di rojên pêş de wê qonaxa duyemîn destpê bike. Em ê bi paqijkirina herêmên derdorê yên li pêşiya azadkirina Mûsilê asteng in, destpê bikin. Bêguman herêma me ya tevgerê wê bi Şengalê bi sînorkirî nemîne. Gundên gelê Ereb ê li ser rêgeha operasyonê jî wê ji DAIŞ'ê bên paqijkirin û azadkirin."
'BERIYA OPERASYONA MEZIN PÊWÎSTÎ BI PLANSAZIYEKE NÛ HEYE'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê da zanîn, wan beriya niha bi artêşa Iraqê re hin hevdîtin kirine û got, "Di mijara operasyonê de nîqaş û diyaloga me bi artêşa Iraqê re çêbû. Operasyonên niha di çarçoveya nîqaşan de hat plankirin û bi vî rengî hat meşandin. Em niha li Şengalê ne, artêşa Iraqê jî li herêma Mexmûrê operasyonê dimeşîne. Piştî ku derdora Mûsilê hat paqijkirin, wê ji bo azadkirina navenda Mûsilê pêwîstî bi nîqaş û ji nû ve plankirinê hebe. Tevgera bi hev re ya ji bo operasyona mezin dibe ku hingî bikeve rojevê."
'JI BO AZADKIRINA MÛSILÊ DIVÊ HEMÛ HÊZ NAKOKIYÊN XWE DEYNIN ALIYEKÎ'
Fermandar Mazlûm Şengal, tevlînebûna hêzên pêşmergeyan li operasyonan nirxand û got, "Azadkirina Mûsilê wezîfeya her kesî ye. Em hêvîdar in wê hemû hêz nakokiyên xwe yên siyasî û leşkerî di dema herî kurt de çareser bikin û her kes cihê xwe di nava operasyonê de bigire."
'BILA CIVAKA ME YA ÊZIDÎ LI XAKA XWE VEGERE, JIYANA XWE JI NÛ VE AVA BIKE'
Şengal got, "Li Reqa Mûsil, Beec, bi kurtasî li ku derê DAIŞ hebe, esîr hebe, zilma li mirovan hebe, ew amade ne biçin wan deran û mirovan rizgar bikin" û destnîşan kir, ku di çarçoveya berprisyariya xwe ya li pêşberî Şengalê û gelan, ew amade ne li her derê li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal ji bo YBŞ'ê banga seferberiyê li civaka Êzidî kir û got, "Em ê ti carî rê nedin fermaneke din. Divê gelê me li Şengalê, li xaka pîroz vegere û jiyana xwe ji nû ve ava bike."
Fermandar Şengal di dawiya axaftina xwe de got, "Bila civaka me ya Êzidî ji hêza xwe ji YBŞ'ê bawer bike, pê piştrast be. Em ê bi ti awayî destûrê nedin rûdana fermaneke nû. Em ê nehêlin xeterî bigihêje ber deriyê me. Pêwîste gelê me ji bo YBŞ'ê seferber bibe û destekê bide me."