Şehîdên Qamişlo bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên ku di encama êrîşên hêzên rejîma Baas ên di 20 -23’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, oxir kirin.
ANF
QAMIŞLO
çarşem, 27 avrêlê 2016, 15:51
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên ku di encama êrîşên hêzên rejîma Baas ên di 20 -23’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, oxir kirin. Piştî ku karwanê wesayitan yê cangoriyan gihişt goristanê, Endamên Hêzên Asayîşê, merasîmekî leşkerî li dar xistin. Piştre ji aliyê beşdarên merasîmê ve, axaftin hatin kirin.
Di destpêkê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî. Hesen di destpêka axaftina xwe de, sersaxî ji malbatên cangoriya re xwest û got ku şehîd li ser rêya têkoşînê findên ku ronahiyê belav dikin in û li ser navê saziyê soza şopandina xeta şehîdan nû kir.
BERXWEDANA QAMIŞLO, PLAN VALA DERXISTIN
Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jî axivî. Heyfa Erebo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên endamên Asayîşê, şervanên YPG’ê û sivîlan re xwest û ev tişt anîn ziman: “Berxwedana Qamişlo û berxwedana Nisêbînê, ji gelên herêmê re îsbat kir ku ew êdî nema zilm û zordariyê qebûl dikin. Ew ê ji bo azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser li ber xwe bidin. Ev plana ku li ser Qamişlo hatiye meşandin, ne ya yekemîn e. Bi saya berxwedana gelan, ev plan vala hat derxistin.”
Piştre jî Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî axivî. Îlham Ehmed destnîşan kir ku hemû xeyalên kesên ku digotin wê desthilatdariya rejîma Baas dîsa vegere herêmên Rojava têk çûn û ev tişt anîn ziman: “ Berxwedana ku gelê Qamişlo daye meşandin, îsbat kir ku vegera Sîstema Baas li herêmên Rojava xeyalek e û her wiha îsbat kir ku gelên Rojava biryara xwe daye û hêza xwe kiriye yek û herêmên xwe bi rê ve dibe. Wê li hember hemû kesên ku hewl didin îradeya wan têk bibin, bisekine. Sîstema Federiya Demokratîk ku li Rojava tê pêkanîn, Cinêva herî rast e. Berxwedana ku li Qamişlo hatiye meşandin û berxwedan ku li Nisêbînê tê meşandin, wê azadiya gelan bîne, ne Cinêv.”
BERXWEDANA QAMIŞLO BERDEWAMIYA BERXWEDANA 2004’AN E
Piştre jî Hevserokê Desteya Parastinê Kenanê Berekat axivî û wiha anî ziman: “Berxwedana Qamişlo hişt ku rejîma Baas neçar bimîne ku Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nas bike û bi me re rûnê û şertên me qebûl bike. Berxwedana Qamişlo berdewamiya berxwedana serhildana 2004’an e.”
BERXWEDANA QAMIŞLO, BERXWEDANA XWIŞK Û BIRATIYA GELAN E
Piştre jî Fermandarê YPG’ê Hesen Qamişlo axivî. Hesen Qamişlo diyar kir ku Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ji derve ji aliyê çeteyan ve û di hundir de jî ji aliyê rejîma Baasê ve rastî êrîşan tê û got: “Hêzên me amadene çawa ku li derve di çeperên berxwedanê de ne û gel diparêzin, li hindir jî li gel Hêzên Asayîşê, ewlehiya hemû pêkhateyan biparêzin.”
Hesen got ku bexwedana Qamişlo, berxwedana tevahî gelên herêmê ye û wiha domand: “Berxwedana Qamişlo berxwedana xwişk û biratiya gelan e û ji her kesî re ragihand ku îradeya azadiyê û jiyana hevbeş a gelan, di ser her tiştî re ye.”
ŞEHÎDÊN QAMIŞLO FITNE TÊK BIRIN
Herî dawî jî Endamê Rêveberiya Partiya Asûrî Wayî Mîrza jî axivî û got ku şehîdan bi berxwedana xwe hewldanên derxistina fîtneyê têk birin. Li ser navê Tevgera Nûbûn a Kurdistanî jî axaftin hat kirin û berxwedana gelê Qamişlo û hêzên parastinê jî hat silavkirin.
CENAZEYÊN CANGORIYAN HATIN VEŞARTIN
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgeyên şehadetê yên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştî vê yekê malbatên cangoriyan jî axivîn û gotin ku ew ê li ser rêya şehîdên xwe heta dawiyê bimeşin.
Di dawiya merasîmê de jî darbestên têkoşeran rakirin ser milan û bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve hatin definkirin.
Cenazeyê Robar Şêxo birin Dêrikê, wê li Goristana Xebat Dêrik were definkirin.