BI DÎMEN

Şehîd Erdal Bagdat li Kerkûkê hat bîranîn

Şervanê YPG'ê Sîrvan Reed Fettah (Erdal Bagdat) ê li herêma Til Hemîs a bajarê Qamilo di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di 40 roja şehadeta xwe de li Kerkûkê hat bîranîn.

Şervanê YPG'ê Sîrvan Reed Fettah (Erdal Bagdat) ê li herêma Til Hemîs a bajarê Qamilo di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di 40 roja şehadeta xwe de li Kerkûkê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê komîteya malbatên şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK'ê ve hat organîzkirin û tevî malbata Erdal Bagdat, rêveberên Tevgera Azadî, PYD, Tevgera Ciwanên Welatparêz, RJAK û gelek Kerkûkî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Azadî axaftin hat kirin. Bavê Erdal Bagdat Reed Fettah jî bi wesîleya rojê peyivî.

'WEKE GELÊ KURD QEDERA ME YEK E'

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK'ê Westa Îbrahîm peyivî, bal kişand ser berdêlên gelekî mezin ên di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewletên mêtînger de tên dayîn. 

Îbrahîm destnîşan kir, ku ji bo azadiyê yekîtî şert e û got, "Bêguman gelê Kurdistanê ji bo azadiay xwe bi dehan salan e berdêlan dide. Bi saya her şehîdê me yê xwîna xwe rijiya ye, em îro li ser vê xakê bi awayekî ewle dijîn. Em careke din li hizûra we dibêjin, em ê heta dawiyê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Ya ku ew fermana wê didin me, yekîtiya neteweyî ye. Di vê mijarê de girîng e her kes bi berpirsyarî rabe. Pêwîste em Kurd zanibin; qedera me yek e. Ya em ê hemû bi hev re azad bibin yan jî em ê bi hev re tesfiye bibin. Em şopdarên şehîdên xwe bin."

'EZ BI KURÊ XWE RE SERBILIND IM, EW ŞEHÎDÊ GELÊ KURD E'

Bavê Erdal Bagdat Reed Fettah jî di axaftina xwe de ragihand, ew bi kurê xwe re serbilind e û got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî gelê me yê li Rojava dikir, Şehîd Erdal çû Rojava û di nava çeperên parastinê yên refên YPG'ê de cih girt. Ji bo me cihê serbilindiyê ye. Şehadeta Şehîd Erdal nîşanî me dide, ku li ku derê dibe bila bibe, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, eger xeterî li ser berjewendiyên gelê Kurd çêbibin, ciwanên Kurd amade ne bi dayîna canê xwe, biçin eniyê û berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Ev hişmendî û ruhê di navbera me gel de çêbûye, divê em li ser partiyên xwe jî ferz bikin. Wasiyeta şehîdan a li me pêkanîna yekîtiya neteweyî ye."

Di axaftinên li ser navê PYD û Tevgera Azadî de jî dilsoziya bi bîranîna şehîdan hat bilêvkirin û hat destnîşankirin, ku ew ê heta dawiyê şopdarên xeta azadiyê ya şehîdan bin.

Di merasîma bîranînê de belgeya şehadetê ya Erdal Bagdat radestî malbatê hat kirin. Piştre helbest hat xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana Erdal Bagdat hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...