Saziyên sivîl bang li gel kirin ku tevlî meşa Hewlêrê bibin

Saziyên sivîl bang li gel kirin ku tevlî meşa Hewlêrê bibin

Saziyên sivîl yên başûrê Kurdistanê bang li gelê Hewlêrê kirin ku, tevlî meşa sibe ya ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku di roja 57’mîn de didome bibin.

Saziyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li girtîgehên Tirk hatine destpêkirin û di roja 57’an de didome, bang li gelê Hewlêrê kir ku, sibe tevlî meşa piştevaniyê bibin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Sendîkayê Hemîd Bedirxan ve li Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate xwendin û hate xwestin ku, hemû gelê Hewlêrê tevlî meşa piştgiriyê bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Gelê Kurd ji bo gihiştina mafên xwe yên rewa her carê di nava xebat û tekoşînê de bûye, her tim hewl daye bikare bi rêyên aştiyane pirsgirêka Kurd çareser bike û çek divê çareseriyê de nebe. Li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkerên Kurdistanê tu tişt nemaye ji bo tunekirina gelê Kurd nekirî."

Her wiha di daxuyaniyê de bal kişande ser rewşa girtiyên Kurd yên ketîn greva birçîbunê jî û wiha hate gotin. "Rewşa girtiyên Kurd her ku diçe xirabtir dibe û dikevin xeteriyê, li beramberî vê rewşê di serî de dewleta Tirkiye û hemû alîgirên wî û dewletên din yên Ewropa bêdengiyê hilbijartine, em wek rêkxistinên sivîl li beramberî her kiryarek ne demokratik dengê xwe bilind dikin. Jiber vê yeke jî em li vir di serî de bi navê partî û aliyên siyasî û binavê saziyên civaka sivîl û kesayetên bajarê Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo daxwaza mafên girtiyan tînin ziman, eşkere dikin û em bang li hemû gelê Kurd dikin ku, herkes piştgiriyê bide mafên rewa yên gelê Kurd û li hemberî pirsa netewî ya Kurd hev bigrin û alîkarbin. Ji ber vê yekê jî em weke vê komê bang dikin li xelkê hemû bajar û bajarokên Kurdistanê beşdarî çalakiya me bibin û piştgirî bidin vê hewildana me.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, meş dê 08-11-2012 di demjimêr 15.30’an de li ber Parka Şanedêr dê pêkbê. Hate destnîşan kirin ku, ji bo dilsoziya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd li Bakûrê Kurdistanê dane destpêkirin, her kes bê cihê meşê û dikanên xwe ji bo demjimêrekê bigirin.

Sazî û rêxistinên sivîl yên ku tevlî meşa piştgiriya bi çalakiya birçîbunê dibin:

Rêxistinên civaka sivîl yên bajarê Hewlêr

Kesayetên rewşenbîr, nîvîskar û akademisyenên bajarê Hewlêr

Sendikaya rojnamevanên Kurdistanê şaxê Hewlêr

Tevgera demokrata gelê Kurdistan navenda Hewlêr

Rêxistina Goran encûmena şarî Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistan PDK liqa 2 ya Hewlêr

Partiya çareseriya demokratik a Kurdistan rêveberiya rêxistina Hewlêr

Partiya çepa kurdistan navenda Hewlêr

Partiya karkeran û rêncdaranî Kurdistan navendî Hewlêr

Partiya sosyalîsta demokratî kurdistan malbenda Hewlêr

Partiya şuî kurdistan komiteya bajarê Hewlêr

Partiya rizgarî ya kurdistan

Desteya serokayetî Partiyaa rizgarî ya Kurdistan

Yekitî Nîştîmanî Kurdistan malbedî 3 Hewlêr

Yekgirtoyî Îslamî a kurdistan malbenda Hewlêr

Yekîtî neteweyî demokratî kurdistan herêma Hewlêr

Komeleya Ýslamî malbenda Hewlêr

Partiyaa zehmetkêşanî kurdistan komîteya birêvebirina Hewlêr

Bizutnewey rizgarî dîmokratî Kurdistan

Partiya neteweya kurdistan

Bizutnewey aştîxwazî kurdistan

Partiya pêşkewtinxwazî demokratî kurdistan

Partiya Komara Kurdistan

Kongreya Netewey Kurd (KNK)

Partiyaa ayîndey Kurdistan liqî Hewlêr

Rêkxistina çawî ewro bo çawdêrî karî rojnamevanî

Federasyona zindanyanî siyasî Kurdistan