Konferansa Êzidiyan li Amedê didome. Ji Federasyona Êzidiyan ya Ewropayê Osman Sevgat xwest ku konferans bibe sedema yekitiya kurdan û got, “Dema Kurdistan kirin çar perçe Êzidî jî wekî Kurdistanê bûn çar perçe.” Serokê Destaya Bilind a Binkeya Laleşê Şêx Şemo jî da zanîn ku tu qewmên wekî Êzidiyan êş û cefakişandî tune ye û da zanîn ku divê êdî Êzidî xwe ji tirs û şkestinên berî rizgar bikin. Nivîskarê Êzidî Edo Babeşêx jî kêfxweyiya xwe ya ji ber konferansê anî ziman û bang li Êzidiyan kir ku vegerin welatê xwe.
Konferansa Êzîdiyan ya ku ji hêla Komîsyona Kêman û Baweriyan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi şiyara "Bi rêxistinbûnê bi azadiyê ve dimeşin" li Amedê hate lidarxistin didome. Osman Savgat ê ji Federasyona Êzidiyan Ya Ewropayê, Serokê Destaya Bilind a Bingeya Laleşê Şêx Şemo û Nivîskarê Êzidî Edo Babeşêx nêrînên xwe yên derbarê Konferansa Êzidiyan de bi ANF’ê re parve kirin.
Osman Savgat, diyar kir ku ev konferans ji bo wan rojek dîrokî ye û da zanîn ku ji çar perçeyên Kurdistanê, Rûsya, Ewropa û ji cîhanê gelek Êzidî tevli konferansê dibin. Savgat wiha axivî: “Ji çar aliyê Kurdistan, Rûsya Ewropa û cîhanê gelek mêvanên me ên êzidî tevli konferansê dibin ev morelek gelek mezin dide me. Ev ji bom e gelek girîng e, dirokek e. Jixwe cihekî wekî Amedê ku berê gelek êzdî li vir dijîn û niha qasî hejmara tiliyan mane, ev civin tê lidarxistin ev ji bo me hêviyeke. Em hêvî dikin demên pêş aştiyek were vî Welatî û êzdî jî li vî welatî bi azad di nava aştiyê de bijîn.”
‘DÊ BIBE BINGEHA YEKITIYA KURDAN’
Savgat, di berdewamê de destnîşan kir ku hêviya wan ew e, yekitiya kurdan ava bibe û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hêviya me ew e ku di demek pêş de di nava kurdan de yekiteyek çêbibe daku em jî bikaribin wekî êzidiyan di nava vê yekitiyê de cihê xwe bigirin. Kurdistan bûye çar perçe, êzidî jî wekî Kurdistanê bûne çar perçe. Bi vê konferansê yekitiyek êzidiyan çêbibe, em di wê baweriyê de ne ku bibe bingeha yekitiya kurdan.”
DÊ KONGRE JÎ BÊ LIDARXISTIN
Savgat got ku ew dixwazin piştî vê konferansê kongereyekî jî li dar bixin û wiha domand: “Em dixwazin piştî vê konferansê ber bi kongreyekî ve jî herin. Em her wiha hêvî dikin ku vê kongreyê jî li Amedê li dar bixin.”
‘LI DÎASPORAYÊ JÎ XEBATÊN ME DIDOMIN’
Savgat, derbarê xebatên Êzidiyan yên li diyasporayê de jî axivî û got ku ji bo pêşî li asîmilasyonê bigirin ji bo ciwanan xebatan dimeşînin. Savgat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li diyasporayê dijîn. Li Ewropayê mal û komeleyên me hene. Di van mal û komeleyan de ji bo ciwanên me asîmile nebin, hem jî girêdana wan ya ji welat re winda ne be em kar û xebatên xwe didomînin.”
‘DIVÊ LÊKOLÎN BÊN KIRIN’
Serokê Desteya Bilind a Binkeya Laleşê Şêx Şemo jî bal kişand ser êş û cefayên Êzdiyan kişandine û wiha dest pê kir: “Ciwakekî wekî ciwaka êzidiyan rastî zulm, zehmetî û jenosidê hatine pêşiyê pêwîsti bi serûberkirinê hene. Divê bên cem hev, wekî vê konferansê şirove û nîqaşan bikin. Dîsa divê di vî warî de gelek lêkolîn bên kirin. Di van lêkolînan de gelek feyde hene. Pêwîste pêşiyê em xwe nasbikin, dûre xwe derdorê re bidin naskirin. Ger em bi xwe bawer bin û li gor wê li her çar perçeyan gavên xwe biavêjin dê gelek baş be.”
‘ÊZIDÎ KEVNÊN VÊ AXÊ NE’
Şemo derbirî ku divê hemû kurd ji bo mala Kurd a netewî kar bikin û ev gotin lê zedê kir: “Divê ji bo mala Kurd em bixebitin. Divê em hemû bibin paleyên mala Kurda ya netewî. Divê rewşenbîr û siyasetmedarên êzidî êdî dev ji şikestin û tirsên berê berdin, civaka xwe jî ji vê rizgar bikin. Ew ne mêvanên vê axê ne. Kevnên vê axê kurdên êzidî ne. Di dema Kurdistana dema Mezopotamyayê heta niha ew li ser vê axê dijîn. Baweriya wan ya herî kevn e. Divê em li gorî vê tifaqê di navbera xwe de tifaqê ava bikin. Di vê konaxê de me pêwîstî bi tifaqekî baş heye. Em wisa nekin em dê ji netewên din paşve bimînin.”
‘BILA MAFÊ ÊZIDIYAN BÊ NASÎN’
Nivîskarê Êzidî Êdo Babeşêx jî da zanîn ku beriya niha li Bakûrê Kurdistanê gelek êzidî dijiyan, lê niha gelek kêm mane û wiha pêde çû: “Lê li gel vê îro kurdên misilman destê xwe dirêjê me kiriye. Ji bo vê jî ev konferans gelek girîng e. Bila li her derê ku Êzidî lê dijîn ev konferans bên lidarxistin.” Babeşêx xwest ku mafên Êzidiyan di makeqanûn Herema Federal a Kurdistanê de jî bi fermiyetê bên nasîn û wiha got: “Divê ev maf bê naskirin. Bila êdî gelê Êzidî jî vegere ser axa xwe cihê bavû kalên xwe.”