Sarûhan û Agirnasli li Kobanê hat bîranîn

Şervanên MLKP û TKP/ML-TÎKKO şervanên MLKP Ogûz Sarûhan (Algan Zafîr) û Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaşi) li cihê ku jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Şervanên MLKP û TKP/ML-TÎKKO Ogûz Sarûhan û Suphî Nejat Agirnasli yên MLKP’yî bibîr anîn.

Şervanên MLKP û TKP/ML-TÎKKO şervanên MLKP Ogûz Sarûhan (Algan Zafîr) û Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaşi) li cihê ku jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Şervanên ku li ber avahiya Ogûz Sarûhan jiyana xwe ji dest daye hatin gel hevdu, rêz girtin, ji bo bîranîna Sarûhan gule berdan hewayê.

Yek ji hevalên wî yê têkoşînê ku li wir axivî diyar kir, bi Sarûhan re hatine Kobanê û wiha got, "Li Enqereyê kîna çînî hêrsa li hember emperyalîzmê û paşverûtiyê jî girt gel xwe û di şerên MLKP’ê yê Kobanê de tevlî şer bû. Li gel ku karkerekî komunîst bû, şervanekî herî jêhatî bû. Wesfên fermandayan pêre hebûn. Algan Zafîr, bi navekî din, ê serketinan qezenc dike. Ev serketin ji bo wî hatiye qezenckirin. Wê pratîka wî ji têkoşîna me re bibe ronahî.”

Ji bo Sûphî Nejat Agirnasli jî li Girê Mûştenûr ê bi têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê hat qezenc kirin, bîranînek pêk hat. Di axaftinên piştî rêzgirtinê de, bal kişandin ser tecrûbeya entelektuel û dilsoziya wî ya bi biratiya gelan re. Di axaftinan de wiha hat gotin,  "Kobanê hat azadkirin. Heta gelên bindest azad bibin wê têkoşîna me bidome.”