Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku ji doza KCK'ê girtî ye, pirsnameya "Çima heqê tezmînata leşker, polîs ên mexdûr ji aliyê dewletê ve tê dayin, çima heqê mesrefa parêzeran nayê dayîn da Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn.
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê yê ji doza KCK'ê ya Şirnexe hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye Faysal Sariyildiz, pirsnameya "Dewlet lêçûna parêzerên leşker, polîs û îtîrafkarên ku di salên 1990'an de tevlî kuştinan bûn dide ya na?" da Wezîrê Dadê Sadullah Ergin û xwest bibersivîne.
Sariyildiz da zanîn ku, ger bersûc ji vê zagonê sûdê bigire û mexdûr sûdê jê negire, li dijî rêgeza wekheviya çekane. Sariyildiz bi riya Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan ji bo bersivandinê pirsname da meclîsê û anî ziman ku, leşker, polîs û îtîrafkar li herêmê ji kuştinên kujerên wan nediyar berpirsiyarin û wiha got:
"Li bajarên kurdan, di bin navê "têkoşîna bi terorê re" bi hezaran welatiyên Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kurdên hatin înfazkirin dîsa agahî ji wan nehat girtin. Kuştiyên faîl nediyar û windayên Kurd wekî xincerek bi zengarî di singa kurdan de hatiye ciddkirin. Di salên 90'an de welatî ji mal û kargehê xwe hatin revandin û hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku Hizbullah û JÎTEM'ê welatî kuştin û revandin û windakirin. Ev di biryarên DGM û Dadgehen Cezayên Giran ên Taybet de hatin xuyakirin."
DIVÊ ERGÎN BIBERSIVÎNE
Sariyildiz destnîşan kir ku, wê demê lêçûna parêzerên leşker, polîs û îtîrafkaran dihat dayîn û ev pirs ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsîn: "Di çarçoveya rêziknameya navborî de ji sala 2008'an heta niha çiqas pere ji parêzeran re hatiye razandin? Di çarçoveya rêziknameyê de bersûc û şikdarên ku ji dewletê pere digirin, heta niha di çi çarçoveyê de doz hatiye vekirin? Bersûc û şikdarên ku mesrefê pereyên parêzeran tê dayîn kîne? Di dosyayên ku bi hikumxwariyê bi encam dibin ev pere ji bersûcan hatiye xwestin? Heta niha ji bo çend dozan hatiye rucu kirin. Ev kijanin? Di çarçoveya rêziknameyê de ji kijan sazî û dezgehan re pere hatiye şandin. Di dozên ceza yên jibo sûda cemaweriyê de dayîna lêçûna parêzerên bersûcan ên ji aliye dewletê ve li gorî "Rêgeza wekheviyê" çiqas raste? Ger ku bersûc sûd bigire û mexdûr sûd negire, li gorî wekheviya çekan çiqas adîle? "
LI GORÎ RÊVEBERIYÊ 3 PARÊZER DIKARIN BÊN PEYVIRDARKIRIN
Sariyildiz da diyarkirin ku, di 26'e Çileya 2008'an de di derbarê hêjmara 26768'an ya "Têkoşîna bi terorê re" de di rojnameya fermî de hate weşandin û ket meriyetê û wiha got: "Li gorî rêziknameyê ' lêçûna parêzer, beyî tarifeya lêçûna parêzer tê dayîn. Lê ji bo personeleki bi tevahî lêçuna tê dayîn, di karê lêpirsînê de 7.000, di sûcên dikevin cezayê sûcên giran 35.000, di dadgehên leşkerî de 17.500 û di dadgehên cezayên giran de jî 15.750 tê dayin."
JI BO FERMANDARÊ JÝTEM'Ê TEMÎZOZ LÊÇÛNA MESREFA PARÊZER TÊ DAYÎN
Sariyildiz da zanîn ku, ji bo Fermandarê JÎTEM'ê ku ji kuştina 52 kesan tê darizandin Albay Cemal Temizoz' lêçûn ji Fermandariya Giştî ya Artêşê tê dayîn.