Şaredariya Sûrê: Em napejirînin; li ser peywirê ne

Wekîlên hevşaredarê Sûrê yê ku qeyûm ji bo hate wezîfedarkirin, diyar kir ku li ser erka xwe ne, vê yekê qet qebûl nakin.

Bo Şaredariya Sûrê ya ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de rêjeya ji sedî 54 deng stendibû û rêveberiya wê bi dest xist, qeyûm hate wezîfedarkirin. Navçeya ku ji aliyê hêzên dewletê ve di bin navê "Qedexeya kolanan" de hate kavilkirin, wekîlên hevşaraderiyê Azîze Derkûtlû û Îzzettîn Candan têkildarî mijarê bi nivîskî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Her çiqas hê ji bo me ti teblîgat nehatibin şandin jî, em jî ji nûçeya kêliya dawî pê agahdarbûne. Em wek hilbijêrên îradeya gel, bi endamên meclîsa xwe û xebatkarên xwe em li ser kar in. Her wiha em wek kesên hilbijartî vê sepandinê qebûl nakin."

Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Işik bi hinceta beşdarî daxuyaniya rêveberiya xweser bûne di 19'ê Tebaxa 2015'an de hatibûn girtin û di 8'ê Adara 2016'an de hatibûn berdan. Her 2 hevşaredar jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibûn girtin.