BI DÎMEN

Şaredariya Gel a Hesekê serketina HDP'ê pîroz kir

Hevşaredarê Hesekê Luqman Mûsa bi peyamekê, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de pîroz kir û got, "Ev serketin serketina tevahiya gelê Kurd, serketina azadiyê, rastiyê û demokrasiyê ye."

Hevşaredarê Hesekê Luqman Mûsa bi peyamekê, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de pîroz kir û got, "Ev serketin serketina tevahiya gelê Kurd, serketina azadiyê, rastiyê û demokrasiyê ye."

Di peyama li ser navê Şaredariya Gel a Hesekê de Hevşardar Luqma Mûsa diya rkir ku gelê Kurd bi hilbijartinê re nîşan daye ku çawa li rastiya xwe xwedî derdikeve û got, "Dijmin hewl da vîna vî gelî bişikîne. Ji bo vê armanca xwe ket nava gelek hewldanan, me gelek şehîd jî li wir dan, şewitandin jî çêbû, kuştin jî çêbû lê gelê me xwe bi vîna xwe îspat kir. Gelê me îro xwedî vîneke xurt e, ku ti carî nayê şikandin."

Mûsa ragihand ku ev serketin pêwendiya xwe bi her çar parçeyên Kurdistanê re heye û ev xal destnîşan kir: 

"Şoreşa îro li Rojava pêk tê jî girêdana xwe bi van hilbijartinan re heye. Dijminê me hewl da vîna gelê Kurd li her çar parçeyan bişikîne. Lê belê li vê derê, gelê me, hêzên me bi awayekî hevgirtî dan xuyakirin ku wê di nava her şert û mercî de çawa bi ser bikevin. Hem ji aliyê leşkerî, hem ji aliyê demokrasiyê, di hilbijartinan de bi ser dikevin. Em dikarin bêjin îro roja gelê Kurd e. Em careke din dubare dikin ku em serketina HDP'ê pîroz dikin. "