Şaredariya Erdîşê nûçeya ‘Leşkerê Ermenî birîndar bû’ derewand

Hevşaredara Erdîşê Keskîn diyar kir nûçeya tê gotin "Li navçeya Erdîşê ya di pîrozbahiya ji aliyê Qeymeqamtiyê hat lidarxistin ji ber guleyên bi rastî hatin bikaranîn karkerê şaredariyê yê rola leşkerê Ermenî dilîst bi giranî birîndar bû” ne rast e.

Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn diyar kir nûçeya tê gotin  "Li navçeya Erdîşê ya di pîrozbahiya ji aliyê Qeymeqamtiyê hat lidarxistin ji ber guleyên bi rastî hatin bikaranîn karkerê şaredariyê yê rola leşkerê Ermenî dilîst bi giranî birîndar bû” ne rast e.

Keskîn anî ziman ku bûyera tê gotin berî niha bi du salan pêk hatiye û got, “Ev bûyer berî niha bi du salan pêk hatibû û dîrok jî 1’ê Nîsanê ya tê gotin, roja ku Erdîş ‘Ji bin dagirkeriya dijmin hatiye rizgarkirin’ e. Li navçeya me di rojên dawî de pîrozbahiyeke wiha pêk nehatiye. Em ê der barê sazî û dezgehên ku bi armanca reşkirina şaredariya me û xapandina gelê me bûyereke berî niha bi 2 salan mîna nû çêbûye nîşan didin, serî li darazê bidin.”