Şaredariya binarê Qendîlê xwedî li nirxên xwe derdikeve

Şaredariya binarê Qendîlê xwedî li nirxên xwe derdikeve

Şaredariya binarê Qendîlê di çerçoveya pilansaziya xwe ya biharê de zend û bend ba da. Yek ji karên ku şaredariya binarê Qendîlê daye pêşiya xwe sererast kirina goristanê vê herêmê ye. Îro şaredariya binarê Qendîlê dest bi temîrkirina goristana gundê Silê kir.  


Ji bo ku rêjîma Bees karibe kurdistanê bi hêsanî dagir bike, ji lewma li hemû deverên kurdistana başûr rê heyanî cihên asê û çiyayên bilind çêkirin. Di sala 1978’an de dema ku rêjîma Bees cara yekem rê tîne binarê Qendîlê goristana gundê Silê tê wêrankirin. Ji ber Sadam rê di nava goristanê re çêdike û beşek ji goristanê ji holê tê rakirin. Bêyî ku rêz ji goristana kurdan re jî werin girtin, rê di nava goristanê re dibin, ji ber vê niha goristana gundê Silê bûye du perçe. Li gorî çavkaniyên herêmî dibêjin; niha temenê goristana gundê Silê ji 200 salî zêdetire.

Ji ber herêm her dem cihê şer û şoreşan bûye û ji ber sedemên erdnîgarî û şert û mercên hewayê ya herêmê, ev yek bûye sedem ku di roja îro de hemû gorên li qiraxa rê vebibin û hesto derkevin derve, şaredarî her sal neçar dima ku cenazeyên derketine kombike. Ji lewra îro şaredariya binarê Qendîlê dest bi sererastkirina vê goristanan dike, lê ev proje tenê bi goristana gundê Silê ve ne bi sînore, ev proje ji bo gelek goristanên binarê Qendîlê derbasdare. Wê li gorî pêdiviyan goristanên herêma binarê Qendîlê werin temîrkirin. 

 Li ser navê şaredariya binarê Qendîlê, endamê qumîteya ekolojî Luqman Mihemed jî di derbarê mijarê de axivî û wiha got; “dîroka binarê Qendîlê her çiqas ku bi şoreş û şer tê nasîn, lê nirxên şoreşê tê de girîngin. Lê di encama şer de di xwezayê de jî hinek ruxandin aniye, bi dehan sal gundî li gundên xwe xwedî derneketine, sedema vê yekê jî şer e. Ev herêm di bin dagirkeriya Osmaniyan, Pers û Ereban de mane, ji lewma di warê xwezayî de hinek tişt winda bûne. Mînaka vê jî ev goristane û gelek goristanên wiha hene bê xwedî mene. Em jî weke şaredariya binarê Qendîlê mebesta me, em dixwezin careke din xwedî li nirxên xwe derkevin û çandeke nû bidin avakirin û van goristanên xwe biparêzin. Ji ber ev rastiya dîroka me îfade dike. Di vê mijarê de gelê herêmê jî ji bo me bûn alîkar, em jî li gorî defetên xwe dixwezin ne ev goristan tenê, lê hemû goristanên hatine xirabkirin careke din sererast bikin.”

Her wiha welatiyê gundê Silê ya bi navê Abdulkadîr Xidir jî di derbarê vê mijarê de sipasiyên xwe ji şaredariya binarê Qendîlê re kir û wiha dest bi axaftinên xwe kir; “ di serdema rejîma Bees de ev goristan bû du perçe, lê di vê mijarê de şaredariya binarê Qendîlê alîkarî ji gelê herêmê xwest û gelê herêmê jî bûn alîkar. Ji ber vê em spasiya wan dikin û em dixwezin ku karên wan yên wiha hîn zêdetir bibin ji ber karê wam encamên baş digire.”