Şaredariya Bedlîsê jî hate desteserkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk, Waliyê xwe Ahmet Çinar weke qeyûm li Şaredariya Bedlîsê erkdar kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirk, Waliyê xwe Ahmet Çinar weke qeyûm li Şaredariya Bedlîsê erkdar kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Tirk a li Bedlîsê ve hate dayîn, ji ber lêpirsîna ji aiyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve tê meşandin, Hevşaredar Huseyîn Olan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê Dadgeriya Sûlhê ve hatiye girtin û li şûna wî Walî Ahmet Çinar hatiye erkdarkirin.