BI DÎMEN

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî ambargo xizmetê danî ser Şaredariyên DBP'yî

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, ambargo danî ser şaredariyên DBP'yî û xizmetê nadin wan. Li Xelfetiyê gel nerazîbûn nîşanî polîtîkayên cihêkar û xemsar ên şaredariya AKP'yî dan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, ku di çarçoveya Qanûna Bajarê Mezin de li qadên di nava berpirsyariyên wê de ye xizmetê dide navçeyan, ambargoyê datîne ser şaredariyên di destê DBP'ê de ne. Şaredariyên Xelfetî, Heweng, Pirsûs û Wêranşar ku rêveberiyên wan di destê DBP'ê de ne, ji derfetên Şaredariya Bajarê Mezin bêpar hatine hiştin.

Li navçeya Xelfetiyê, gelek xizmetên  weke mezbaxane, paqijî, paqijiya goristanê, kanalîzasyon, çêkirina û sererastkirina rê û dermankirin qadên xizmetê yên Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî ye. Lê belê ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin van xizmetan nake, şaredariya DBP'yî ya navçeyê bi derfetên xwe yên kêm hewl dide van xizmetan bi cih bîne. Tevî ku xizmetê nake jî Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî, dest datîne ser ji sedî 40 ê pereyên ji Banka Bajaran di berdêla xizmeta de tê dayîn. Her wiha di bin navê projeyan de budçeyek bilind distîne, lê ti ji van projeyan naxe meriyetê.

Yek ji qada xizmetê ya ketiye ber ambargoya Şaredariya AKP'yî mezbaxaneya navçeyê ye. Piştî ku ev der ket nava qadên xizmeta Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, ji bo sererastkirina wê lêçûnek ji 100 hezar TL hat derxistin, lê tevî ku 2 sal jî di ser re derbas bûn, di vî warî de karek nehatiye kirin. Şert û mercên nebaş ên vê mezbaxaneyê jî dibe sedema rûdana nexweşiyan.

HINDIK MAYE XERA BIBE, NE KONTROL HEYE NE JÎ PAQIJÎ

Yûsûf Çîçek ê li navçeyê qesab e û timî li vê mezbaxaneyê karê xwe dike, da zanîn ku ew ji neçarî li mezbaxaneya gemarî û zingargirtî karê xwe dikin. Çîçek got, "Li vê derê kontrol nîne. Heywanên em li vê derê serjê dikin, ji aliyê veterîner ve nayên kontrolkirin. Nayên mohrkirin. Çi me li vir serjêkirine, çi jî li axurê, weke hev e. Mezbaxane piştî ku ket bin kontrola Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî, xizmeta wê bi temamî sekinî. Niha li li mezbaxaneyê ne wezîfedarek ne jî mirovekî din dixebite. Ev 2 sal in ev der di nava rewşeke kirêt de ye. Berê, dema di bin kontrola şaredariya navçeyê de bû, hevalên li şaredariyê wezîfedar li vir xizmet didan. Piştî ku ev der ket bin kontrola Şaredariya Bajarê Mezin, xizmet daket asta tinebûnê. Di her kêliyê de ev der dikare xera bibe. Her der parçe parçe bûye, di nava qirêjiyê de ye. Ava li vir jî naherike. Tiştekî ku em bikin nîne. Serkêjkirina heywanan a li vê derê ne tê kontrolkirin, ne jî bi paqijî tê kirin."

GEL NERAZÎ YE

Mehmet Emîn Sakar ê ji Xelfetiyê diyar kir, cihê qesab heywanan lê serjê dikin, nabe û got, "Li vir hîjyen nîne. Heywan di nava van şert û mercan de tên serjêkirin."

Sakar jî da xuyakirin, ku piştî ev der ket bin kontola Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî, ketiye vê rewşê û got, "Gel ji neçarî goştê li vê derê tê amadekirin, dixwe. Qîmetê Şaredariya AKP'yî ya Bajarê Mezin dide gelê Xelfetiyê ev e. Gelê Xelfetiyê êdî ji vê rewşê aciz e."

...