Salvegera damezirandina PKK’ê li Wanê hate pîroz kirin. Ciwanên ku li bajarokê Bostanîçiyê agir pêxistin, dîlan girêdan û 27’ê Mijdarê pîroz kirin.
34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li Taxa Şafak ya bajarokê Bostanîçî ya Wanê piraniya wan ciwan kombûn, agir pêxistin û pîroz kirin. Ciwanên ku dîlan girêdan bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Şehîd namirin” qêriyan. Pîrozbahiyê heya direngî şevê bi dîlana li derdora agir hatî girêdan dom kir.