Şahîn û Oral ê YPS’î ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin

Malbatên endamên YPS cenazeyên zarokên xwe li Colemêrg û Bismila Amedê bi girseyî spartin axê. Malbatan diyar kirin ku ew ê têkoşîna zarokên xwe berdewam bikin.

Li Navçeya Gever a Colemêrgê dagirkerî, dorpêç û êrîşên hêzên dewletê di roja 17'emîn de berdewam dike. 10 endamên YPS/YPS-JIN ku di parastina taxên Geverê de jiyana xwe ji dest dan şandin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Malbatên endamên YPS'ê Vahît Şahin (Karker) û Zeynel Abidîn Oral ji saziya Tipa Edlî ya Erziromê girtin û bi girseyî li Bismil û Colemêrgê defin kirin. 

CENAZEYÊ ENDAMÊ YPS'Ê ŞAHÎN LI COLEMÊRGÊ HAT DEFINKIRIN

Malbata endamê YPS'ê Vahit Şahin (Karker) piştî cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê wergirtin, li gel rêveberên MEYA-DER'ê anîn Colemêrgê û li vir bi girseyî spartin axê. Ji ber polîsan tedbîrên zêde girtin, malbatê rasterast cenaze bir Goristana 'Şehitlikê ya Serî Solanê . Malbatê cenazeyê Şahin di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de bi silogan û duayan spartin axê. 

'EM Ê LI ŞEHIDÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'

Piştî merasima definkirinê rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Serokê MEYA-DER'a Colemêrgê Bedirhan Koç, sersaxî ji malabata Şahin û gelê Kurd xwest û banga yekîtiyê kir. 

Hevserokê HDP'a Colemêrgê Metin Besî jî li ser gorê axivî û diyar kir ku ji malbata Şahîn heta niha 4 kesan di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Piştî merasimê siloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Komê piştî definkirina cenaze, Mala Sersaxiyê ya li Taxa Biçerê ziyaret kir. 

CENAZEYÊ ZEYNEL ABIDIN ORAL Ê YPS'Î JÎ LI BISMILÊ HAT DEFINKIRIN

Malbata endamê YPS'ê Zeynel Abidin Oral jî piştî cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê wergirt, anîn navçeya Bismilê ya Amedê. Malbatê cenazeyê Oral anîn taxa Kooperatifê. Cenazeyê Oral ji aliyê hevşaredarên Bismilê, endam û rêveberên DBP, HDP û gelek kesên din hat pêşwazîkirin. Koma ku cenaze pêşwazî kir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li gel hemû astengî û êrîşên polîsan bi dehan maşîne kom bûn û bi karwanekî cenaze birin Mezra Fila. Piştî kar û barê olî darbesta cenazeyê Oral bi ala PKK'ê hat pêçan û anîn goristana gund. Komê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne", "Bijî Berxwedana Geverê" berz kir. 

Piştî cenaze hat definkirin, nûnerê MEYA-DER'ê Suleyman Bakir anî ziman ku dewlet nasnameya gelê Kurd qebûl û ji gelê Kurd xwest ku li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Xalê Oralê YPS’î Hasan Oruç jî anî ziman ku ev êşa hemû gelê Kurd e û bertekên xwe li hemberî rayedarên hikûmet û dewletê anîn ziman. Oruç, got ku ew naxwazin ti kes bên kuştin. 
Bavê Oral Mehmet Tahir Oral jî bi bîr xist ku kurê wî şehîdê gelê Kurd e û ji ber ew bi tenê nehatine hiştin ji her kesî re spasiyên xwe anî ziman.