Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bi peyameke nivîskî qetilkirina hunermend û çalakvanê diyar ê Rojhilatê Kurdistanê Mehdî Tewekulî û malbata wî ya ji aliyê komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kir û banga têkoşîna hevpar kir.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistan-Îranê têkildarî qetilkirina Hunermendê Kurd Mehdî Tewekulî û malbata wî peyamek nivîskî belav kir. 

Di peyamê de hate gotin ku roja Şemiyê 27’ê Tîrmeha 2026’an li ser rêya Bane û Merîwanê ji ber guleyên rasterast ên ji aliyê hêzên ser bi Supaya Pasdaran a rejîma Îranê ve çalakvan û hunermendê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Sine Mehdî Tewekulî dayîka wî Meryem Eslanî û Sumeya Tewekulî hatin qetilkirin.

‘BI ÊRÎŞAN DIXWAZE XWE JI KRÎZAN DÛR BIGIRE’

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Qetilkirina çalakvanên sivîl ên komlegehên Kurdistanê di demekê de rejîm piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, serhildana 2025’an û şerê 12 û 39 rojan ketiye nava krîzên navxwe û derve. Dixwaze bi van kiryarên dermirovî xwe ji krîzan dûr bigire. Bi tirs û qetilkirinê dixwaze civakê bêdeng bike.  Piştî 48 salan ji desthilatdariya dîktatorî, Komara Îslamî hewl dide ku fetwaya cîhadê ya Xumeynî bi pêşkêşkirina pêşnûmeqanûnekê di meha Tîrmehê de ji bo rewakirina kiryarên xwe yên terorîstî yên li dijî çalakvanên sivîl, xurt bike.

‘ROJHILAT NAVENDA BERXWEDANÊ YE’

Komara Îslamî ya ku ketiye nava rewşeke jinavçûnê, tirsa wê ji civaka sivîl û çalakvanên gihiştiye asta herî bilind a 48 salên borî. Bê navber sûcên bidarvekirin, destdirêjî, belavkirina tirs û kuştina civakê dide. Rojhilatê Kurdistanê di nava 48 salên borî de tim bûye qada xweragirî û berxwedanê li dijî dîtatoriya Komara Îslamî ya Îranê. Ji bo wê careke din bi sîstematîk dest bi kuştin û revandina çalakvanên Kurdistanê li hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê kiriye aramanca serekî ya xwe. Bi rêbazên cûr be cûr hewl dide neteweyekê qir bike.

Hemû kiryarên Komara Îslamî vê yekê nîşanî me dide ku ev rejîma terorîst bi fermî şer li dijî netewa me û gelên din a nava Îranê îlan kiriye. Li berçavgirtina vê rewşê pêwîstiya me bi têkoşîn û helwesteke giştî, pir alî li hemberî vê rejîma terorîst heye.

BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR  

Di dawiyê de em sersaxiyê ji bo malbat, kesûkar û welatparêzan re dixwazîn. Van kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê bi tundî mehkûm û şermezar dikîn. Her wiha bang hemû çalakvanên civaka sivîl ên Kurdistan û Îranê dikin ku li dijî van kiryarên terorîstî xwedî helwest bin û têkoşîna hevpar dawî li van kiryaran bînin.”