Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peymanên enerjî, av, veguhestin û fêrbûnê îmze kirin.

Serokwezîrê Iraqê di çarçoveya serdaneke fermî de vê sibehê gihaştibû paytexta Tirkiye Enqereyê. Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi merasîmekê gelek peyman îmze kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Zeydî û Erdogan sponseriya merasîma îmzekirina peymanan pêk anîn.

Li gorî nivîsgehê, her du aliyan peymanên enerjî, veguhestin, fêrbûn û avê îmze kirin.