Dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Garê bombe kir

Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê bomberbaran kir.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê li ser çavkaniyên herêmî dane, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêmên Zap, Metîna û Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku bombebaran hîn jî didome, derbarê ziyanên canî yên bombebaranê de tu agahiyên zelal bi dest neketin.