Li Mûşê 3 jinên ciwan hatin binçavkirin

Di saetên êvarê de 3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Mûşê hatin binçavkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Mehtap Yildirim, Nazan Ergun û Fatma Ak hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku ciwanên ku li navenda bajêr ji aliyê polîsên Tirk ve hatin rawestandin, piştî kontrolkirina nasnameyan hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirina wan nehat hînbûn û wan birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.