Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

Li Wanê di encama serdegirtina malan de 3 kes bi kelepçekirina ji pişt ve hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de Savaş Komî, Ferhat Takman û Ramazan Kamaç li taxa Koyîçî yê navendê di serdegirtina malan de bi kelepçekirina ji pişşt ve hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirina her 3 kesan nehat hînbûn. Hat zanîn ku her sê kes birin Midûriyeta Polîsan a Şaxa TEM'ê ya Wanê.