Rûyê Kêlaşînê yê her dem spî
Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji kele kela germahiya havîna dijwar a ku di bajaran de tê jiyîn direvin, berê xwe didin zozanên Kêlaşînê yên bilind û rengîn, Kêlaşîn a berfa spî, sar û xweş.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji kele kela germahiya havîna dijwar a ku di bajaran de tê jiyîn direvin, berê xwe didin zozanên Kêlaşînê yên bilind û rengîn, Kêlaşîn a berfa spî, sar û xweş.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji kele kela germahiya havîna dijwar a ku di bajaran de tê jiyîn direvin, berê xwe didin zozanên Kêlaşînê yên bilind û rengîn, Kêlaşîn a berfa spî, sar û xweş. Berfa ku heya niha li quntarên Kêlaşînê dimîne, ji aliyê gel ve tê komkirin. Hinek dibin malên xwe yên li gund û bajaran, hinek jî dibin zomên xwe yên li zozanan.
Germahiya ku bi gîştî îsal di cîhanê de bilind bûye, bû sedema mirina bi hezaran mirovan. Li hember bilindbûna germahiya zêde gelê Başûrê Kurdistanê li çareseriyên cur be cur ji bo xwe digere û dibîne.
Yek ji wan jî ew e ku li çiyayên bilind û hênik bi cih dibin. Cihekî herî xweş, bi ewle û guncav ji bo vê jî di Herêmên Parastinê yên Medyayê de Kêlaşîn e. Gelê Başûrê Kurdistanê berfa Kêlaşînê ku heta niha dimîne û nahele, bi taybetî li hember vê kela germa zêde ku di van rojên Remezanê yên pîroz de bandoreke neyînî dike, ji bo xwe weke bereket û nîmetekî mezin dibîne. Kesên ku berfa Kêlaşînê ji xwe re kom dikin gelek pêwîstiyên xwe bi rengekî xwezayî û bi rêyên tendurustî dema ku pêk tînin, demên xweş pê re dijî û kêfxweş dibin. Bi berfa ku kom dikin re av, mast, penêr, sebze û fêkiyên xwe gel ji germê diparêze û dibêje ku ev rêbaza xwezayî gelekî ji bo tenduristiyê gelekî baş e.
Qehreman Mihemed ji mîkrofonên ANF’ ê re axivî û got: "Rêya 3 saetan ji Rawedozê heta vir ji bo kombikirina berfa Kêlaşînê ez hatim vê derê".
Her wiha Serdar Mihdîn yek ji kesên ku ji zoman hatiye û berfê kom dike dibêje: "Li Zoman elektirîk û sarinc nînin, ji ber vê jî, komkirina berfê li vê derê hem ji bo xwe û hem ji bo zomên din di vê meha Remezanê de xêreke mezin ne".
Kesên ku ev bû 20 roj in ji xwe re berfê kom dikin gotin ku eger germahî zêde bibe û berf bihele û li van deran nemîne, gel wê biçe cihên hîna bilindtir û wê berfê dîsa jî kom bikin.