Rûyê gemarî yê şaredariyên AKP’ê

Şaredarê AKP’ê yê Serêkaniyê Menderes Atîlla li navçeyê bi navê nobedariyê hêzên paramîlîter çêkirin, zilmê li gelê navçeyê dikin, amirê milkî yê dewletê kiriye bin emrê xwe û pergala şerîatê pêk aniye.

Şaredarê AKP’ê yê Serêkaniyê Menderes Atîlla li navçeyê bi navê nobedariyê hêzên paramîlîter çêkirin, zilmê li gelê navçeyê dikin, amirê milkî yê dewletê kiriye bin emrê xwe û pergala şerîatê pêk aniye. Parêzvanên wî yên ku bi awayekî gumanbar du polîs li Serêkaniyê kuştin û têkiliya yekî ji van a bi DAIŞ’ê re balê dikişîne.

Menderes Atîlla ku rejîma AKP/Qesrê destketiyên Rojava yên Kurdan ji xwe re kirine hedef û bi dek û dolaban şaredariya Serêkaniyê bi dest cistî, bajêr hema bibêjin bi rêgezên şerîetê bi rê ve dibe. Atîlla ku di serî de qeymeqam, midûrê perwerdehiya millî û nexweşxane kirî bin kontrola xwe, qet pêdivî pê nabîne ku veşêre ew navenda karên gemarî yên AKP/Qesrê yên li Serêkaniyê ye.

Karê dawî yê ku Atîlla li navçeyê kirî jî bi awayekî ne meşrû bi navê nobedaran îstîhdamkirina hêzên paramîlîter e. Menderes Atîlla ku bi van hêzên paramîlîter li ser gelê welatparêz ê navçeyê zextan dike, rewş aniye wê astê ku dema dixwaze bi ser malên welatparêzan de digire. Ev hêzên paramîlîter ku girêdayî meaş hatine kirin, bi çekên otomatîk li navçeyê digerin. Atîlla ku bi van hêzên paramîlîter li ser welatparêzên navçeyê zextan dike, gefan li gel dixwest û li ser gelê welatparêz terorê dike.

QEYMEQAM DI EMRÊ WÎ DE YE

Diyar bû ku ev hêzên paramîlîter ên bi navê nobedariyê hatin îstîhdamkirin bi destê qeymeqam hatiye pêkanîn. Dema ku bi azmûnan wê kes bihatana îstîhdamkirin û wê ji hêla Midûrê Perwerdeya Millî ya Serkêkaniyê ve wê  bihatana standin, Atîlla krîz derxist û bi destê qeymeqam midûrê Perwerdehiya Millî ji kar hate kirin.  Piştî ku midûrê perwerdehiya milî ya navçeyê li dijî bêûsiliya ku Atîlla wê bikira, wê mamosteyan peywirdar neke, qeymeqam midûrê perwerdeyê ji kar girt û nobedarên ku diviya bi destê mamosteyan bihatana kirin, bi tevlêbûna polîsan ji çav re hate kirin. Derketeke holê berê kesên ku wê weke nobedar ji bo kar werin girtin ji hêla Atîlla ve weke lîste hatiye hazirkini û beriya azmûnê li qereqolê pirs û bersiv hatine dayin.

LI SERÊKANIYÊ PERGALA ŞERÎETÊ HATIYE DANÎN

Atîlla hemû midûrên dibistanan bi xwe ve girêdane û car caran bi wesayitên zirxî tê dibistana û propagandaya xwe dike, ev jî nîşan dide ku li navçeyê pergala şerîetê ava kiriye. Atilla bi wesayitên zirxî û jammeran diçe dibistanên seretaiyê û li ser zarokan tirsê çêdike û ev rewş jî li ser zarokan bandorên neyênî yên psîkolojîk çêdike. Her wiha balkêş e ku ti navendeke rayedar dengê xwe ji vê rewşê re dernaxînin û jinedîtî ve tên. Berevajî vê Atîlla hema hema serê du heftiyan carekê di organa fermî ya AKP’ê A-Haber de derdikeve û bi vî awayî tê xelatkirin. Herî dawî Atîlla bi bernameya A-Haber de gelek xebatkarên tendirisiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê weke terorîst ragihand û piştî vê gelek xebatkarên tendiristiyê bi gotina wî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ji kar hatin girtin.

TAM DIJMINEKÎ KURDAN E

Şaredarê Serêkaniyê yê AKP’î Atîlla, têkîldarî pêvajoya bi navê çareseriya pirsgirêka Kurd bi ked û hewldanên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2013’an dest pê kir, domahiya pêvajoyê nerehetiyê xwe anîn ziman û bi awayekî eşkere danî holê ku bê dijminahiyek çawa li Kurdan dike. Her wiha Atîlla bi nîjadperestiya Ereb û Tirk, her tim helwesta xwe ya faşîst a li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd û Tevgera Siyasî ya Kurda vekirî deklare kir. Karê yekem ê Atîlla dema hat ser şaredariyê ew bû ku tevahî navên Kurdî yên li park, cade û kolanan guhert, bi vê jî nêzîkatiya xwe ya nîjadperest danî holê. Menderes Atîlla, li navçeya li şûna navên Kurdî navên Erebî û Tirkî bi kar anî, dijminahiya xwe ya bi Kurdan re vegot. Di serî de karkerên Kurd, Atîlla li navçeyê li ser gelê navçeyê polîtîkayek mezin a zilmê dimeşîne.

LI NAVÇEYÊ SIXÛRTÎ DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Atîlla yê ku qeymeqamê navçeyê bi temamî kontrol dike, li Serêkaniyê bi wesayîtên zirxî û jammeran dikeve her derê, pir balkêş e ku mîna wezîrekî tê parastin. Atîlla, li qeymeqamtiya navçeyê, midûriyeta Perwerdehiyê yê Navçeya Serêkaniyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û kargehên navçeyê sîstemek sîxurtiyê bi awayekî çalakî bi pêş xistiye. Sîxurên li van saziyan bi cih bûne, gelê welatparê û mûxalîfan ji Atîlla re radigihînin, dikin hedef. Li ser welatparêz û mûxalîfên bi rêka sîxûran tên îxbarkirin zextek mezin tê avakirin, pêkanînên terorê tên meşandin. Her wiha, Atîlla mekanîzmeyeke zextê jî ava kiriye ku ji ser tevnên civakî her tim wêneyên wî bêne parvekirin. Dîsa personelên wê di sazî û dezgehên gelemperî de bixebitin tenê di lîsteya ku ji hêla Atîlla hatiye amadekirin û diyarkirin de bin tên bicihkirin.

MALBATEKE KU JI BERÊ VE BI KARÊN TARÎ RE MIJÛL E

Malbata Atîlla ya ku li Serêkaniyê bi koka xwe Ereb in, li navçeyê malbateke ku bi dijminatî Kurdan tên nasîn. Li Serêkaniyê piştî bavê Menderes Atîlla 3 pêvajoya û xalê wî jî pêvajoyekê şaredarî kir, salên 1984 û 1994’an biyarê wî Mehmet Saît Atîlla 2 pêvajoyan şaredariyê dike. Mehmet Saît Atîlla li herêmê ji ew navên ku dewleta kûr daye avakirin de ye, bi têkîliyên xwe yên Serokwezîra demê Tansû Çîller, Sedat Bûcak û Mehmet Agar tê nasîn. Ev jî eşkere dike ku bê Menderes Atîlla bi çi armancê bûye Serokê Şaredariya Serêkaniyê. Tê zanîn birayê Menderes Atîlla, Mehmet Saît Atîlla yê li şaredariyê odeyek jê re hatiye veqetandin, li navçeyê di tevahî karên qirêj de tiliya wî heye û bi sazûmaniyek şerîetê li navçeyê rêveberiya xwe ava dikin.

DI SÛÎQESTA OCALAN DE JÎ ROL LÎSTINE

Malbata Atîlla ji berê ve têkîliyên xwe û karên xwe yên qirêj bi dewleta kûr re hene, polîtîkayên ji ser dijminahiya Kurdan li navçeyê tê meşandin dide ber çavan ku bê di çi astê de ne. Bi taybet jî tê zanîn ku birayê Menderes Atîlla  ji ser nîjadperestiya Ereb û Tirk li dijî malbatên welatparêz polîtîkayek zext û zilma mezin dike. Her wiha, piştî serokşaredariya Mehmet Saît Atîlla, dema di nav JÎTEM’ê de cih digirt, 6’ê Gulana 1996’an di êrîşa bombeyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê pêk hat, navê wî derbas bû.

POLÎSÊN HATIN KUŞTIN PARAZVANÊN ATÎLLA NE Û BI DAÎŞ’Ê RE YEKSER TÊKÎLDAR IN

Li gel vê, detayek balkêş e ku 2 polîsên ku wek hinceta bidawîkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd hatin nîşandan parêzvanên Atîlla ne. Her wiha yek ji van polîsan yekser bi çeteyên DAÎŞ’ê re têkîldar e û ketin-derketina Rojava kontrol dike. Ev jî nîşan dide ku bê Atîlla di nav lîstokên çawa qirêj de ne.