Rojnamevanê ji bo rojbûna Ocalan hatin Xelfetiyê bi zorê ji navçeyê hatin derxistin

Gelek rojnamevanên ku di nav de nûçegihanên JINHA û ÎMC jî cihê xwe digirin ji bo şopandina aktivîteyên rojbûna Ocalan hatin Xelfetiyê, ji aliyê polîsan ve bi zorê ji navçeyê hatin derxistin.

Gelek rojnamevanên ku di nav de nûçegihanên JINHA û ÎMC jî cihê xwe digirin ji bo şopandina aktivîteyên rojbûna Ocalan hatin Xelfetiyê, ji aliyê polîsan ve bi zorê ji navçeyê hatin derxistin.

Rojnamevanên ku ji bo şopandina aktivîteyên 67’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêşengtiya TÛHAD-FED’ê de wê bê pîrozkirin hatin warê Ocalan Xelfetiyê, ji aliyê polîsan ve bi zorê ji navçeyê hatin dûrxistin. Gelek rojanemevanên ku di nav de nûçegihanên JINHA û ÎMC jî cihê xwe girtin ku li avahiya Rêxistina HDP’yê ya navçeya Xelfetiyê kom bûn, polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya navçeyê de girtin û rojnamevan bi lez û bez ji rêxistina navçeyê derxistin. Polîsên ku bi vê têr nebûn, ji bo ku rojnamevan navçeyê biterikînin zext dan meşandin. Tevî rojnamevanên ku diyar kirin nûçegihan in û ji bo şopandina nûçeyan hatine navçeyê jî, polîsan heta ku ji navçeyê derketin rojnamevan şopandin, bi zorê ji navçeyê derxistin.

Walîtiya Xelfetiyê ya ku pêkanîna OHAL’ê xistiye dewreyê û li dijî pîrozkirina rojbûna Ocalan navçeya Xelfetiyê xistiye dorpêçê, polîs û leşkerên ku bi fermana walî pêkanînên terorê didin meşandin hemû rêyên ku tên gundê Amarayê girtine. Ji bo ku gel bi rêyên gundan re jî nekevin Amarayê dem bi dem bi helîkopteran ji hewayê ve dişopînin, dixwaze ketina gel a navçeyê asteng bike.

Gelek kesên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan ketin ser rêya Amarayê ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Bi hincetên ku li gorî qanûna qebehetê “sûç” kirine, ceza li wesayîtên gel tên birîn, dixwazin gel bitirsîne. Tevî vê jî gel li navendên bênvedanê yên li navçeyên Bêrcûk û Girê Sor ên Rihayê ji bo xwe bigihînin Amarayê bendewariya xwe didomînin.

Li aliyê din bi sedan kes ku siyasetmedarên Kurd, Parlamenterên HDP’ê û Hevserokên KCD’ê tê de ji bo pîrzokirina rojbûna Ocalan gihiştine gundê Amarayê.