Rojek li bajarê berxwedanê Hezexê

Piştî ragihandina xwerêveberiyê, bi 'qedexeya derketina derve' ya di 16'ê Sibatê de destpê kir re Hezex ji aliyê hêzên dewletê ve hat şewitandin, xerakirin.

Hezex, ku piştî Hatayê bajarê duyemîn ê Xiristiyanî lê hat jiyîn e, bajarekî kevn ê Suryanî ye. Piştî ragihandina xwerêveberiyê li vî bajarê qedîm di 16'ê Sibatê de derketina derve hat qedexekirin. Hêzên dewleta Tirk di nava vê demê de bajar şewitand û xera kir.

Mirovên beriya destpêkirina operasyonan navçe terikandin, piştî rabûna qedexeyê li navçeyê vegeriyan û li navçeyê jiyan ji nû ve zindî bû.

Hezexiyên li warê xwe vegeriyan, malên xwe nas nekirin û li rewşeke hilweşandî û xirbeyan rast hatin.

Li taxên Tûrgût Ozal û Yenî, ti eşyayên li malan neman e, hemû hatine şikandin. Dar bi xwe jî ji ber top û hawanan şikestine.

Hezexî hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Kolan bi deng û lîstikên zarokan ji nû ve zindî bûn.

Dema em jî dikevin nava navçeyê, li destpêka kolanê eşyayên li malan û bahol derdikevin pêşiya me. Li nava malan jî ji heft heta heftê aslî her kes paqijiyê dikin. Necmettîn Tortû yê bi zarokên xwe re hewşê bi melkisê paqij dike, me pêşwazî dike. Tortû da xuyakirin, ku bi dijwarbûna êrîşan re ew ji neçarî ji Hezexê derketine û got, "Dema em vegeriyan, me dîtin ku xaniyê me hatiye xerakirin, alavên me tev şewitîne. Piştî ku me bihîst qedexe hatiye rakirin, yekser me wesayîtek peyda kir û em hatin. Em ê paqijiyê bikin û qet nebe em ê li odeyekê bi cih bibin. Em ê vê derê neterikînin."

Li nava xaniyên hatine hilweşandin, em bi pêş de diçin û di dawiya kolanê de em bavê 7 zarokan Ahmet Atasoy ê debara xwe bi cotkariyê dike, dibînin. Tevî zarokên xwe li xaniyê xwe yê banê wê hatiye şewitandin dinêre û dibêje, "Me li vê derê ji xwe re jiyanek ava kiribûn. Berê bi heman rengî malên me yên li gund şewitandin. Bi zorê me ji xwe re xaniyek çêkirin, lê ew jî xerakirin, şewitandine. Em ê çawa çêbikin, nizanim, lê em neçar in li vir bijîn. Gelê Kurd gelekî bi piştevaniyê dizane ye, em ê bi hev re vî xanî çêbikin. Taxa me bi temamî xera kirine. Tevî vê yekê jî, em ê di nava vî xirbeyî de bijîn. Ya ku wan kirine, cihê xwe di nava mirovahiyê de nîne."

Taxa Tûrgût Reîs yek ji taxên berxwedaneke gelekî xurt lê hatiye meşandin e. Lewma muhîmatên leşkerî yên ne teqiyayî, xeteriyan dafirîne.

Di nava rojê de herî kêm 5 caran dengê teqînan tê. Hînê li derdorê mayînên nehatine teqandin hene. Li Cizîrê çend roj berê 2 zarokan ji ber teqîna cismekî li erdê dîtibûn, jiyana xwe ji dest dabûn. Lİi Hezexê jî zarok çi li erdê dibînin pê dilîzin.

Di nava kolanan de em bi pêş de diçin. Li pişt me dîsa maşînek zirxî heye û nasnameyên m e dixwaze. Di nava 2 saetan de ev 4 car in kontrola GBT li me tê kirin. Dema em li benda dayîna nasnameyên xwe disekinîn, dayik hatin cem me û bi gotina 'ji we re çi dibêjin, çi dixwazin' li cem me disekinin.

Piştî kontrola GBT em diçin mala Ayşe Îlerî ya hatiye hilweşandin. Li hundirê malê bi tenê çend balîf û lihêf mane. Yên din hemû hatine şewitandin û qetandin.

Îlerî dibêje, "DAIŞ çi be, ev jî ew in" û wiha dewam dike: "Çawa çêdibe mirov vê bike. Ya ku li Êzidiyan kirin, li vê derê li me kirin. Hûn dizanin gelo bi kedeke çawa ev xanî hatin çêkirin? Bi înada li hemberî wan em jî li mala xwe vgeriyan û bi nifûsa xwe ya ji 20 kesan re em ê dîsa li vir bijîn. Bila gelê me alîkariyê bide me, em bi hev re van xaniyan çêbikin."

Li taxa Tûrgût Reîs a Hezexê, Dibistana Navîn a Baner Jorden ji aliyê hêzên dewletê ve weke biryardarê hatiye bikaranîn, lewma vê dibistanê têra xwe zerar dîtiye.

Li kolana dibistan lê ye, avahiyek ji 3 qatan a şibakeyên wê bi betaniyê hatiye girtin, bala me dikişîne. Alî Tûnç ê li pêşiya avahiyê rûniştiye dibêje 'werin ez we li mal xwe bigerînim. Dema em bi pêlikan hildikişin nivîsa 'Bila ev bibe ders ji we re' li pêş çavên me dikeve.

Her wiha gelek nivîsên ku nikarim li vir binivîsînim, derdikevin pêşiya me. Li qatê sêyemîn li nava salonê qutiyên konserve û qalikên fîşekan ên vala tên dîtin. Odeyên din jî ji xwe re kirine biryargeh. Li ser dîwar gelek nivîsên heqaretê dikin, nivîsandine.

Piştî berxwedanê gelê Hezexê hewl dide birînên xwe bi bêdengî bipêçe. Yekane daxwaza wan destek û piştevanî ye.

Dem dema mezinkirina piştgiriya bi Hezexê re ye.

...